Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin 2025-05-06 13:28:52   ÎZMÎR - Tehliyeya Îbrahîm Tekîn ku li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye, bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, ji bo 11 mehan hate taloqkirin.    Îbrahîm Tekîn ê 67 salî li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Tehliyeya Tekîn, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 11 mehan hate taloqkirin. Diviyabû Tekîn di 11’ê Gulanê de bihata berdan lê belê tehliyeya Tekîn bi hinceta zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, hate taloqkirin. Nexweşiyên Tekîn ên weke guatr, bêhntengî û fitqê hene.    Tekîn, di sala 1995’an de li Antalyayê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birîbû.