Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be 2025-05-10 14:00:23   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ê beriya 31 salan di binçavan de hat qetilkirin doza edaletê kirin, bang li Erdogan kirin ku soza xwe ya ji bo darizandina kiryaran bi cih bîne.   Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê li hev kom dibin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin, ji bo kiryaran bên darizandin çalakiya xwe ya 1050'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di dema binçavan de hatin windakirin li Qada Galatasarayê hatin cem hev, li aqûbeta Halîl Alpsoy û pismamê wî Kasim Alpsoy ên di Gulana 1994'an de li Stenbolê bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn.   Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin.  Sebla Arcanê anî ziman ku bi êşeke kûr û valahiyeke bêderman ketine roja dayikan û got: "Yên ku dewletê bi rê ve dibin, wê careke din ji raya giştî re peyamên pîrozbahiyê biweşînin û bibêjin, 'Dayikên me her tim hurmeta herî mezin heq dikin.' Lê dê dayikên ku bi salan e li zarokên xwe diğerin û ji bo wan têdikoşin ji nedîtî ve bên. Dê roja dayikan ji bo dayik û malbatên ku zarokên wan di binçavan de hatin windakirin bi awayekî bêpênase valahiyeke mezin derbas bibe. Em bi boneya vê roja taybet careke din bibîr dixin. Windakirina di binçavan de ji aliyê dewletê an jî bi agahiya wê û pesendkirina wê hatine kirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye."    'BI ÎŞKENCEYÊ HAT QETILKIRIN'   Sebla Arcanê anî ziman ku Halîl Alpsoy di şeva 12'ê Gulana 1994'an de dema bi hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî vedigeriya mala xwe ya li Kanaryaya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wiha got: "Dema hevsera wî îtîraz kir polîsan nasnameyên xwe nîşan dan û gotin, 'Xem neke, em ê heya qereqolê biçin. Wê nîv saet şûnde vegere.' Halîl Alpsoy bi Torosek spî hat birin û 18 roj şûnda cesedê wî ku ji îşkenceyê nedihat naskirin, li herêma daristanî ya Kirikkaleyê hat dîtin. Birayên wî, wî ji şopa di zarokatiyê de li ser destê wî çêbûbû nas kirin."    Sebla Arcanê diyar kir ku piştî hefteyeke binçavkirina Halîl Alpsoy, polîsan li Edeneyê bi ser mala pismamê wî Kasim Alpsoy de girtiye û got: "Kasîm di 18'ê Gulana 1994'an de danê sibehê ji aliyê polîsên maske û çekên lûledirêj ve hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Êvara heman rojê serbest hat berdan. Lê dest danîn ser nasnameya wî. Jê re gotin 'Sibê were nasnameya xwe bibe.' Gava vegeriya malê bi awayekî îşkencexwarî vegeriya. Ji hevjîna xwe re got, tîmê ku li Stenbolê ketiye lêpirsîna wî li Edeneyê jî ketibûyê. A din a rojê, ji bo nasnameya xwe bigire çû avahiya MÎT'ê. Xizmê wî li derve li bendê ma, lê Kasim Alpsoy hew ji wê avahiyê derket."    Sebla Arcanê destnîşan kir ku heya niha jî binçavkirina Halîl û Kasim Alpsoy tê înkarkirin û got ku hemû serlêdanên ji bo aqûbeta wan bê encam mane.    HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE   Hevjîna Kasım Alpsoy Şeyla Erdogan Alpsoyê jî ev tişt gotin: “Bê pirsiyariyê hevserê min birin û qetil kirin. 31 sal in em li Qada Galatasarayê li edaletê digerin. Wekî Dayikên Şemiyê ji bo kesên winda bên dîtin me berê bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan soz da me ku ew ê kiryaran bibîne, lê soza xwe bi cih neanî. Em dixwazin ev soz bê bicihanîn. Em naxwazin tu kes wekî me van êşan bikişîne. Em êdî hestiyên windayên xwe dixwazin. Em dixwazin aşît were vî welatî."    ‘BILA KIRYAR BÊN DARIZANDIN'   Kurê Halîl Aksoy Serdar Aksoy jî anî ziman ku divê kiryar bên dîtin û got ku Serokkomar Erdogan divê soza xwe ya daye Dayikên Şemiyê bi cih bîne. Aksoy got: "Em hestiyên windayên xwe dixwazin û dixwazin kiryar bên darizandin."    Hevjîna Fehmî Tosûnê di binçavan de hat windakirin Hanim Tosûnê jî got: "Di Roja Dayikan de mirov diçin ser gorên windayên xwe û qurnefîlan datînin. Lê yê me goreke ku em biçin serê tüne ye. Ez roja dayikan a hemû windayan pîroz dikim û hemûyan hemêz dikin. Heya em hebin em ê vê têkoşînê bidomînin."