Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê 2025-05-16 09:01:25 AMED - Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Amedê Zeynep Karayilan got ku çawa tecrîd li Îmraliyê destpêkirî û di girtîgehên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê de belav bûye û li ser hemû gele Kurd hatiye pêkanîn, dê çareserî jî di şexsê Abdullah Ocan de pêk bê. Di meha Îlonê de biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AÎHM) ku di sala 2014’an de der barê “cezaya muebetê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dabû bi dawî be. Rexmê ku dema DMME’yê dabû Tirkiyeyê hindik maye biqede hêj Tirkiyeyê gavek neavêtî. Piştî banga Abdullah Ocalan a dîrokî ya di 27’ê Sibatê di rojevê de “mafê hêviyê” bû mijara herî nîqaşbar.    Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Amedê Zeynep Karayilan diyar kir ku divê “mafê hêviyê” pêk were.   ‘TECRÎD DIDOME’   Zeynep Karayilan bibîr xist ku piştî tecrîda demdirêj Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmeha 2024’an de bi Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtinek çêkir û Karayilan wiha got: “Piştî wê her çendî hevdîtin çêbibin jî tecrîd hêj ranebûye. Di hevdîtina bi biraziyê xwe re wî ev rewş aniye ziman. Hêj bi haweyekî asayî bi parêzer û bi malbata wî re mafê hevdîtinê nayê dan. Tecrîd hêj didome. A rast ev rewş ne polîtîkayek 4 salan e. Ji roja ku di sala 1999’ê de bi komploya navneteweyî ve anîn Tirkiyeyê û vir de ev 27 sal in li Îmraliyê pergaleke tecrîdê heye.   Zeynep Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rêzdar Abdullah Ocalan karibe bi malbat û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Pêvajoya ku bi banga wî ya 27’ê Sibatê de destpêkir û encama wê de xwefesxkirina PKK’ê ve domand ji bo bi haweyekî aktif di pêvajoyê de cî bigre divê mercên wî û yê xebata wî jî azad bin. Ji bo ew karibe vê pêvajoyê birêve bibe divê azadiya wî ya fîzîkî hebe û di nava mercên ewleh de be.”   ‘MAFÊ HÊVIYÊ’   Zeynep Karayilan li ser “mafê hêviyê” axivî û wiha got: “Ev 10 sal e Tirkiyeyê li ser vê mesele gav neavêtiye. Ji bo “mafê hêviyê” ji rêzdar Abdullah Ocalan re divê guherînên hiqûqî çêbe û Tirkiyeyê biryara DMME’ê bicih bîne. Konseya Ewropa (KE) Komîteya Wezîran (KW) di Îlona 2024’an de “mafê hêviyê” anîn rojeva xwe û aşkera kirin ku heta Îlona 2025’an guherînek çênebe dê biryar bidin.”   ‘DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’   Zeynep Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vî esasî pêkanîna “mafê jiyanê” û guherînên hiqûqî hewce ye. Ji bo guftûgo û danûstandinê rêvebiçin divê mercên azad werin avakirin. Heta niha gavên ku hatina avêtin ji hêla PKK’ê û Abdullah Ocalan ve bi haweyekî samîmî û yakalî hatina avêtin. Ji vê şûn de êdî pêvajo girêdayî gavê dewletê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi haweyekî aştiyane û demokratîk divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin. Divê li Meclîsê komisyon were avakirin û guherîna qanûnan erka meclîs, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û komeleyan e. Ji vir şûn de divê em bi berxwedanek kolektif ve tevbigerin  dewlet jî demildest gavên aşkera biavêje."