Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket 2025-08-25 09:29:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 297’emîn de bi manşeta “Ziman xeta sor e” derket.   Hejmara 297’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ziman xeta sor e” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî yên Dayikên Aştiyê ya di civîna 5’emîn a “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” de derxist manşeta xwe. Rojnameyê cih da axaftinên Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku di meclisê de axaftina wê hatibû astengkirin.  Her wiha rojnameyê cih da hevpeyvîna bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskînê re hatiye kirin.    Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Adar Jiyan, Zinar Ronî, Felemez Ûlûg, Dr. Îsmet Konak, Zaza Cebelî, Hogir Berbir û Mûsa Şanak bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.