Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin 2025-08-27 09:57:42 ENQERE -  Hevserokê DAD'ê Zeynel Kete ku diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di Komîsyona Meclisê de were guhdarîkirin û got, "Divê Ocalan û ekîba wî werin Meclisê. Anîna cem hev a partiyan, pêvajoya aştiyê xurtir dike."   Xebatên Komîsyona Meclisê ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî ji bo hejmareke zêde navan di komîsyonê de bên guhdarkirin vexwendîname şandin. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM) ve hat pêşniyarkirin, der barê pêvajoyê de axivî.   Kete anî ziman ku di dîroka sedsalî ya komarê de cara ewil e komîsyonek wiha hatiye avakirin û destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a 1924'an li ser yekparêziyê hatiye avakirin. Kete da zanîn ku ruhê destûra bingehîn bi têgihiştina 'yek ziman, yek ol, yek mezheb, yek nîjad, yek tîp' ava bûye û ev yek jî veguheriye bingeha qanûnî ya ewlekariyê û operasyonên li dijî yên din.   ‘PÊVAJOYA ÎNKARÊ BI DAWÎ BÛYE’     Kete diyar kir ku civak jî mîna xwezayê yekperestiyê qebûl nake û got, "Çawa ku xweza ji hezar rengan pêk tê, rastiya civakî jî yekperestiyê red dike. Di navenda pirsgirêkên hatine jiyîn de pêvajoyeke înkar û tunekirinê hebû. Gelek sedemên pêvajoya nû ya hatiye destpêkirin hene. Bi giştî şerekî ku di ser sedsalekê re dewam kiriye, bi taybetî di nava çil salan de her şer hebû. Di daxuyaniya ku hat dayîn de gelê Kurd hatiye naskirin, pêvajoya înkarê bi dawî bûye û êdî gelê Kurd hatiye wê astê ku bikaribe xwe îfade bike. Ji niha û pê ve pêvajoyeke azadiyê ye."   Kete bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û anî ziman ku dema hewl tê dayîn mirov bi zimanê xwe biaxivin nayê qebûlkirin û wiha got: "Bi awayekî xwezayî, ji bo mirov bi Kurdî, Ermenî, Laz, Tirkî yan jî zimanekî din bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, fermaneke heq heye."   QETILKIRINA ELEWIYAN    Kete ku bal kişand ser girîngiya aştiyê ya di baweriya Elewîtiyê de û diyar kir ku di dîrokê de Elewî rastî qirkirin û komkujiyên dijwar hatine û di serdema netew-dewletê de herî zêde rastî van komkujiyan hatine. Kete bibîr xist ku piraniya komkujiyên Elewiyan ên li Îran, Iraq, Sûriye, Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Tirkiyeyê di dema modernîteya komarê de rû dane û wiha axivî: "Ji ber ku bi vî rengî ye, tevkariya Elewiyan li pêvajoya aştiyê gelekî girîng e. Civakek çiqasî ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo heqîqet û azadiyê têkoşiya be û berdêl çiqasî bide jî ewqasî çanda demokrasî û aştiyê diparêze.”   DAXWAZÊN ELEWIYAN   Kete têkildarî daxwazên civaka Elewî axivî û wiha got: “Cihên me yên pîroz û şûnwar hene. Di destpêkê de gelek dergahên Elewî-Bektaşî yên ser bi serdema Hecî Bektaşî ji aliyê dergah û zaviyeyan ve hatine desteserkirin, mal û milkên wan hatine desteserkirin, veguherandine mizgeftan û veguherandine muzeyan. Ev dergahên pîroz divê bi pêvajoyeke siyasî ya aştiyane û demokratîk, bi taybetî bi komîsyonê re vê mijarê bînin rojevê, ji civak û xwediyên wan ên mafdar re bên restorekirin. Wekî din nêzîkatiyeke azadîparêz û laîk esas e. Me li hemberî vê yekê pêşniyara 'Konseya Karên Baweriyê' kir. Divê dewlet mesafeya wekhev ji hemû baweriyan biparêze. Divê yek bawerî li dijî baweriyeke din çekeke hilweşîner neyê bikaranîn. Divê dewlet baweriyê weke çekeke îdeolojîk bikar neyne. Divê feraseta yekperest a di perwerdeyê de di zûtirîn demê de bê rakirin û hemû dane û çavkaniyên nivîskî yên têkildarî bîrdoziya fermî bi cotstandartî di pirtûkên dersê de ku Elewiyan marjînal dike tavilê bên rakirin Divê li dibistanan dersên li ser baweriya Elewiyan ji aliyê mamosteyên Elewî ve bên dayin. Li Tirkiyeyê mufredateke Îslamî dikare hebe ku daxwaza perwerdeya olî dike, divê di çarçoveya demokratîk de jî li gorî daxwazê be.”   ‘BILA OCALAN LI MECLISÊ WERE GUHDARÎKIRIN’   Kete da zanîn ku divê Abdullah Ocalan di komîsyonê de bê guhdarkirin û wiha got: "Hebûna Birêz Abdullah Ocalan û ekîba wî ya li Meclisê an jî komîsyona Meclisê ku biçe Îmraliyê dê vê pêvajoyê baştir bike. Civakê de kesên ku aştiyê diparêzin zelal dike. Bi rengekî divê werin cem hev. Guhdarîkirina li hev, hem wê têgihiştina zîhniyeta dewletê ya anormal a hewl dide vê pêvajoyê sabote bike bêbandor bike, hem jî bi hêsanî têgihiştinên hewl didin rêya têkoşîna aştiyê asteng bikin, ji holê rake."