ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-28 09:00:10   * Li Mêrdînê di heşt mehên dawî de 23 jin bi awayekî biguman mirin û 3 jin jî hatin qetilkirin. Parêzer Seher Acayê diyar kir ku ew bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne û got: "Niha em dibînin ku li holê tu sûcdar tune ne."   * Welatiyên li Amed û Wanê dijîn ji komîsyona meclisê li bendê ne demildest sererastkirineke qanûnî bê çêkirin. Di nav daxwazên welatiyan de ya sereke azadiya Abdullah Ocalan û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.    * Ji Dayikên Aştiyê Sultan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike."   * Rojnamevan Huseyin Aykol ku serpêhatiyên xwe yên ji Mulkiyelîlerê heta Qendîlê vegot, bal kişand ser nakokiya li ser maseya aştiyê û got ku ev nanokî di navbera "kesên şikeftên jiyane û qesr ava kirine" de ye. Aykol got: "Tiştên li ser vê maseyê, çîroka ji duh heya îro ye."    * Jinên ku di atolyeyên Komeleya Jinan a Yaşameviyê de hildiberînin û der barê mafên xwe de tên serwextkirin, gotin: "Destdayîna jiyana kesekî hesteke xweş e. Ez hêza jinan hîs dikim. Me di dema perwerdeyê de li çîrokên jiyana hev guhdarî kir. Me alîkariya hev kir ku em ji hev re bûn şîfa."   * Tehliyeya girtî Halîl Ay bi hinceta ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şîrove nekir, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    * Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû ji bo qeydên qursa zimanê Kurdî yên serdema nû ku dê di 15’ê Îlonê de dest pê bikin bang kir û têkildarî zextên ser Kurdî jî got divê dewlet zextan bi dawî bike.    *Ayla Akat Ata ku di Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn a TJA'yê de cih digire, diyar kir ku daxwazên wan ên sala 2012’an ên weke hemwelatiya wekhev, zimanê dayikê, statu û laîktiyê hêj niha jî derbasdar in.    * Di civîna 7’emîn a komîsyona Meclisê de dê li serokên Meclisê yên berê bê guhdarîkirin. (11.00)   * ÎHD dê bi boneya meha 164’an a Komkujiya Roboskê li Meydana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)