DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir 2025-09-02 14:51:56   AMED - DBP’ê, li navçeya Çermûgê silha malbatên Ekîncî û Agaçhanli kir ku 11 sal bûn nehartiya hev dikirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir banga yekitiyê kir.      Mamosteyê felsefeyê Ozgur Ekîncî (44), di 19’ê îlona 2014’an de li gundê Agaçhanê yê navçeya Çermûgê ya Amedê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Piştî bûyerê, di navbera malbatên Ekîncî û Agaçhanli de neyartî dest pê kir. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kete navberê û dijminatiya malbatan ku 11 sal bûn didomiya, bi dawî kir. Malbat, li avahiya rêxistina DBP’ê ya navçeyê hatin gel hev. Hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.    Di hevdîtinê de ji ber bidawîbûna neyartiya di navbera malbatan de, dua hatin kirin. Mela Hesen Çîçek û Barî Tiryakî, bal kişandin ser girîngiya aştiyê. Dayika Aştiyê Nezahet Teke got ku ji ber neyartiya di navbera malbatan de xemgîn in. Nezahet Teke, xwest êdî neyartiyên bi vî rengî di navbera malbatan de çênebin û got: “Aştî ji bo her kesî lazim e. Em naxwazin êdî dayik bigirîn.”    BAYINDIR: DIVÊ EM BIBIN YEK    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser tifaqiya Kurdan û got: “Gotinên ‘em nikarin bibin tifaq’ rast nînin. Di navbera me de tifaq û xwişk-biratî heye. Rêber Ocalan, dibêje ‘Têkoşîna 50 salan aqilê Kurd afirand.’ Aqilê Kurd çi ye, divê em bi vê bizanin. Divê em vê ji bîr nekin. Divê em ji bîr nekin. Aqilê me Kurdan ne dijminatiya hev e, hezkirina ziman, cîran, xak û xwişk-birayê xwe ye. Barê me giran e, barê pirsgirêkên sedsalî li ser pişta me ye. Em ji rêxistin û Rêberê xwe bawer bin. Aqilê vê têkoşînê ji bo yekitiya me ji bo me ferz e. Divê em li dijî kesên ziman û ola me tune dihesibînin hişyar bin. Divê em ji ber pirsgirêkên biçûk zirarê nedin hev. Divê em aştiyê mezin bikin.”    Siyasetmedar Ahmet Turk ku ji ber nesaxiya xwe nekarî tev li silhê bibe, bi peyama şandî re spasiya malbatê kir. Piştre jî her du malbatan silav dan hev û silha xwe kirin.