NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne 2025-09-03 10:15:30   NAVENDA NÛÇEYAN – NY, îdamên li Îranê şermezar kir û ji rêveberiya Tehranê xwest ku demildest îdamê rawestîne.    Komîserê Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk got "Li Îranê zêdebûna îdamê û cezayê mirinê, bi awayekî sîstematîk wekî amûreke çavtirsandinê tê bikaranîn" û destnîşan kir ku ev polîtîka ji bo kêmar û koçberan pir zêde tê bikaranîn.    Turk destnîşan kir ku cezayê mirinê li dijî mafê jiyanê ye û got: "Ez careke din dubare dikim divê hikûmeta Îranê demildest cezayê mirinê rawestîne û moratoryûmê îlan bike."