Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da 2025-09-03 12:11:55   ŞIRNEX - Dengbêj Silêmanê Şirnexî (73) ku berê xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, jiyana xwe ji dest da.    Dengbêj Suleyman Kabûl (Silmanê Şirnexî) ku li gundê Cêman ê Silopiya ya Şirnexê hat dinê û ji zarokatiya xwe ve kilam digotin, di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Şirnexî yê ku di Gulana 2022'yan de xwîn rijya ser mêjiyê wî û bi temamî felcî bû, ji wê rojê ve nikaribû biaxive û di nava nivînan de bû. Şîna Şirnexî ku 5 meh bûn li Nexweşxaneya Dewletê ta Cizîrê dihat dermankirin, dê li Mizgefta Nebî ya gundê wî Cêbanê bê danîn.