Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e 2025-09-05 09:15:12 STENBOL - Nivîskar Murat Mihçi diyar kir ku ger bi komkujiya 6-7'ê Îlonê re hevrûbûn çênebe, dibe ku gelên ku wekî "yên din" tên dîtin rojekê bibin hedef û got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re.     Zêdetirî nîv sedsalek di ser bûyerên 6-7'ê Îlonê derbas bûye ku wekî lekeyek reş di dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Di sala 1955'an de, radyoya dewletê ragihand ku li mala Ataturk a li Selanîkê bombe teqiyaye. Demeke kurt piştî vê nûçeyê, çapa êvarê ya Istanbul Expressê bi manşeta "Mala Ataturk ji ber bombeyê zirar dîtiye" weşiya. Piştî vê manşetê, êrişên li dijî welatiyên nemisilman dest pê kirin.   Her çend 70 sal di ser komkujiya 6-7'ê Îlonê re derbas bûne jî ku serokê wê demê yê Daîreya Şerê Taybet, General Sabrî Yîrmîbeşoglû, wekî "operasyoneke serketî ya şerê taybet" bi nav kir, hê jî kiryar nehatine darizandin.   Tirkiye hîn bi komkujiyê re ku li Stenbolê malên welatiyên nemisilman, bi taybetî yewnan, ermen û cihûyan hatin talankirin û gelek kes hatin kuştin, hevrû nebûye.   NÛÇEYEKE DEREW   Di dema komkujiyê de, nûçeyeke asparagas di rojnameya Îstanbul Ekspresê de ku nêzîkatiya xwe ya bi Partiya Demokratê (DP) re dihat naskirin, ku îdia dikir ku "Mala Ataturk li Selanîkê ji aliyê yewnanan ve hatiye bombebarankirin", êrişan geş kir. Rojnameya ku tîraja wê li dora 20 hezarî bû, du saet berî bûyeran çapa duyemîn bi manşeta "Mala Ataturk hat bombebarankirin" û tîraja xwe derxist 290 hezarî. Endamên "Komeleya Qibris Tirk e" ku rêxistineke wê demê li dijî nemisilmanan hatibû rêxistinkirin, rojnameyê li seranserê Stenbolê belav kir û rê li ber komkujiya nemisilmanan vekir.   MAL Û MILKÊN NEMISILMANAN HATIN TALANKIRIN   Piştî nûçeyê, di 6 û 7'ê Îlonê de, bi hezaran kes bi kêran, biviran û daran derketin kolanan. Ji Beyoglûyê ku bûyer lê dest pê kirin, ew belav bûn heta Kurtuluş, Şîşlî, Nîşantaşi, Eminonu, Fatih, Balat, Eyup, Bakirkoy, Yeşilkoy, Ortakoy, Arnavutkoy, Bebek, Kadikoy, Kuzguncuk û Çengelkoyê ku piranî yewnan li vir diman. Wan mal û kargehên welatiyên ji etnîsîte û baweriyên cuda talan kirin. Piştî bûyeran bi demeke kurt serokkomarê wê demê Celal Bayar serdana Beyoglûyê kir û got: "Ez difikirim ku me zêde şor kir." Ev yek nîşan dide ku bûyer bi awayekî plankirî hatine kirin.    HERÎ KÊM 15 KES HATIN QETILKIRIN Û DEST DIRÊJÎ 60 JINAN HAT KIRIN   Li gorî raporên rojnameyan ên wê demê, di vê komkujiyê de 11 kes hatine kuştin. Li gorî raporeke Helsinki Watch, ev hejmar 15 ye. Bi fermî 30 kes û bi nefermî 300 kes birîndar bûne. Di vê komkujiyê de herî kêm 60 jin rastî tecawizê hatine. Dema ku meriv hejmara jinên ku ji ber tirsê nekarîn gilî bikin bihesibîne, tê texmînkirin ku ev hejmar nêzîkî 400'yî ye. Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hin jin piştî tecawizê hatine kuştin. Keşeyê 90 salî Hrisantos Mantas bi zindî hatiye şewitandin. Hin keşe bi kêran û bi zorê hatine sunnetkirin. Bi dehan kes hatine lînçkirin. Bûyerên bi vî rengî ne tenê li Stenbolê, di heman demê de li Îzmîr û Enqereyê jî qewimîne, li Riha, Mêrdîn û Midyadê jî êrişî suryaniyan hatiye kirin. Bi tevahî 5 hezar û317 cih, di nav de 4 hezar û 214 xanî, 73 dêr, 26 dibistan, 1 kenîşte, cihên kar, dikan û cihên bi vî rengî, hatine şewitandin, wêrankirin û talankirin.   Nivîskarê ermen Murat Mihçi li ser bûyerên ku di 6-7'ê Îlona 1955'an de li Tirkiyeyê qewimîn axivî.    ARMANC PROJEYA TIRKÎKIRINÊ BÛ   Mihçi bi bîr xist ku komkujiya 6-7'ê Îlonê li dijî gelek rûm û ermenî, suryanî û cihûyên ku koçî Stenbolê kiribûn pêk hatiye û got ku beriya 1955'an ji sedî 5'ê Stenbolê ji gelên kêmar pêk dihat. Mihçi destnîşan kir ku li ser çand, siyaset û aboriyê nêrîna nemisilmanan serdest bû. Mihçi anî ziman ku di salên 1950'î de, dêr, goristan û dibistanên li Anatoliyê hatin hilweşandin û kêmnetewe, tevî rûman neçar man ku koçî Stenbolê bikin. Mihçî got: "Plankirineke wisa wekî beşeke ji 'Projeya Tirkîkirinê' ya tevna çandî hat plankirin. Em dikarin plankirina wê bi vî awayî jî bixwînin; tîraja rojane ya rojnameya Îstanbul Ekspres a wê demê deh qat zêde hatiye çapkirin û dewletê jî derewa ku xaniyê Ataturk hatiye bombebarankirin eşkere kir. Em ji tiştên ku hatine kirin dizanin ku ev bombebaran ji hêla dewletê ve hatiye plankirin."   Mihçi diyar kir ku li Tirkiyeyê hişmendiya qirkirinê berdewam dike û got: "Ji ber ku bi komkujiya 1955'an re rûbirû nebûye, li Konyayê li dijî kurdan, li Kayseriyê li dijî koçberan û li Mereşê li dijî elewiyan êriş çêbûne. Ji ber ku bi komkujiya berê re hevrûbûn çênebûye, ev xeter hîn jî wekî fikareke girîng dimîne. Êrişa herî dawî ya ku em dikarin destnîşan bikin, maça 17'ê Îlona 1967'an a di navbera Kayserîspor û Sivassporê de bû ku di encamê de 43 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. Mereş û Çorûm jî mînakên vê yekê ne. Nîşankirina malên elewiyan bi rastî jî berî sala 1915'an cara yekem şahidiya vê têgeha nîşankirinê kir. Ev nîşan dide ku tundûtûjî hîn jî di hişê wan de bi awayekî çalak heye."   ‘HEVRÛBÛN DIVÊ'   Mihçi destnîşan kir ku civakên ku li Tirkiyeyê wekî "yên din" tên hesibandin her tim bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne û got: "Îro, kêmarên ku hejmara wan pir kêm e bi xwe jî bi operasyonan hedef tên girtin û li dijî wan plansaziyên êrişê hene. Qeydön vö derketın. Ji ber vê yekê, heya ku em bi 6-7'ê Îlona 1955'an re hevrû nebin, dibe ku hemû mirovên ku wekî "yên din" tên hesibandin rojekê bibin hedefa komkujiyekê. Divê hevrûbûn berfireh be. Ango, ji bo ku gavên demokratîk rasteqîner bin, divê em êşên berê bi bîr bînin. Heta ku em van pirsgirêkan çareser nekin û ji wan giyanan xatir nexwazin, ev êş dê di nasname û kesayetiyên cuda de berdewam bikin. Û ev herêm bi tevahî dê vê êşê bikişîne."   ‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ'   Mihçi wiha domand: "Girîng e ku mirov zorê bide dewletê ku polîtîkayên xwe biguherîne. Dewlet dikarin li gorî DNA'ya xwe siyasetê bikin. Tenê bi hişyarkirina raya giştî dikare ev feraseta komkujiyê were sînordarkirin. Ez bawer dikim ku Tevgera kurd û civakên din, nemaze yên ku ji vê yekê bandor bûne, di daxwaza welêt a ji bo demokrasiyê û têkoşîna li dijî polîtîkayên şer de xwedî cihekî pir girîng in. Derfet û şert ji bo vê yekê hatine afirandin, nemaze ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve. Ger em bi rastî dixwazin vê nifirê li vê herêmê biqedînin, divê em bibin dengê aştî û têkoşînê."   Di dawiyê de got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re.    MA / Esra Solîn Dal