Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan 2025-09-06 09:23:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şêxê durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix re civiya.   Cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, li bajaroka Şaron a qezaya Alya ya Libnanê serdana şêxê durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix kir.  Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed, siyasetmedarên Lubnanê Mahir Ebû Şeqra, Elaa El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix amade bûn.   Çiya Kurd, girîngî bi domandina têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriye û Lubnanê re da û piştgiriya xwe ji şêniyên Siwêdayê re yên ku bi êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re rû bi rû man, nîşan da.   Li gel vê, Şêx El Sayix jî girîngî bi xurtkirina têkiliyên kurdan û durziyan da û ji bo helwesta Rêveberiya Xweser malavayî kir.    Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn, bi nav kir.    Girêdayî wê, Elaa El Sayix jî helwesta Rêveberiya Xweser silav kir û teqezî bi girîngiya sîstema demokratîk a nenavendî û pirreng da.