Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin 2025-09-06 12:33:52   ŞIRNEX - Amadekariyên li dijî texrîbkirina xwezaya li Herêma Bestayê didomin. Dayik, ji niha ve ji bo kesên beşdarî çalakiya nobedê bidin dest bi çêkirina nan kirin.    Platforma Saziyên Demokratîk, dê li dijî texrîbkirina ekolojiyê ya li herêma Şirnexê, di 9-10'ê Îlinê de li Herêma Bestayê hin çalakiyan li dar bixe. Piştî daxuyaniya li navenda Şirnexê dê li Herêma Bestayê rojekê çalakiya nobedê bê lidarxistin. Amadekariyên çalakiyê didomin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Hezexê dayik ji bo kesên beşdarî çalakiyê bibin dest bi çêkirina nan kirin. Dayikan bang li hemû kesan kirin ku li dijî talankirina xwezayê beşdarî çalakiya li Bestayê bibin.