Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin 2025-09-09 09:03:21   RIHA - Sînan Turkmen ku pênc caran serbestberdana wî hat taloqkirin û 33 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kir, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Divê em bi pirsa 'Em ê çawa bi ser kevin?' bipirsin û hay ji berpirsiyariyên xwe hebin."   Sînan Turkmen piştî ku di Cotmeha 1992'yan de li Rihayê hat girtin, bi sûcê "xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Turkmen li girtîgehên Amed, Dîlok, Çankiri û Sîncanê ma. Herî dawî, di sala 2008'an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin.   Diviyabû Turkmen piştî temamkirina cezayê xwe yê 30 salan bihata berdan. Lê, berdana wî pênc caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve ku di 1'ê Çileya 2021'ê de hat avakirin, hat taloqkirin. Piştî nêzî 33 salên girtîbûnê, Turkmen di 3'yê Îlonê de, tevî pênc girtiyên din ên di heman rewşê de, hat berdan. Turkmen, piştî hat berdan hat cem malbata xwe ya li Rihayê.    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Turkmen behsa neheqiya ku lê hatiye kirin kir û got ku berdana zêdetirî 100 kesên ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de mane hîn jî bi heman awayî tê astengkirin. Turkmen got, "Ne rast e ku meriv vê yekê wekî qanûnî bi nav bike. Ev biryarek siyasî ye."   Turkmen diyar kir ku desthılat berdana girtiyan vediguherîne şantajê. Turkmen bal kişand ser hejmareke zêde ya girtiyên nexweş ên li girtîgehê û got: "Li Bolûyê nêzîkî 10 girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Di nav wan de Vahap Kavak, Fermanî Çetin, Civan Boltan, Hayatî Kaytan û Denîz Şahîn her du jî bi nexweşiyên giran û di bin xetereyê de ne. Ew nikarin bi tena serê xwe bijîn. Miameleya wan nemirovane ye. Mînak, Hayatî Kaytan ji ber ku cezayê muebbedê yê girankirî lê hatiye birîn, bi sê kesên din re di odeyekê de tê girtin. Lêbelê, rapora wî heye. Li gorî vê raporê, diviyabû ew li cem me bimaya, lê vê nakin."    Turkmen diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, wekî li hemû girtîgehan, di nav girtiyên Girtîgeha Bolûyê de jî bi coş hatiye pêşwazîkirin. Turkmen got: "Ev ji hêvî û bendewariyên me wêdetir bû. Paradîgmaya nû, pêvajoya nû, ji bo me jî surprîz bû. Belê, em rûniştin û me li ser nîqaş kirin. Lê ev li ser nirxandineke siyasî ya navxweyî bû. Ew qet nirxandin an nîqaşek li ser perspektîfeke neyînî ya li ser pêvajoyê nebû."   'EM Ê ÇI BIKIN?'   Turkmen diyar kir ku baweriya wan ya bi pêvajoyê ji baweriya wan a bi Abdullah Ocalan tê û got: "Em dizanin ku girtîgeh dê herî zêde ji vê pêvajoyê bandor bibin. Wan sererastkirinên 'nirxandina rewşa baş a hikûmxwaran' bibîranîna van rojan pêk anîn. Ew vê qanûnê wekî ku gefê li wan dixwin an jî şantajê dikin, bicîh tînin. Lêbelê, tu hêviyên girtiyan ji wan (desthilat) tune ne. Em bawer dikin ku nêzîkatiya pêvajoyê dê hêdî hêdî baştir bibe. Em bawer dikin ku ew ê bi rengekî vê pêvajoyê ji bo girtiyên nexweş bi rê ve bibin. Bê guman em li bendê ne ku der barê pêvajoyê de samîmiyet hebe. Berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku divê werin berdan dê vê samîmiyetê nîşan bide. Lê heke qanûn bihata bicîhanîn, ev kes dê di girtîgehê de nebûna. Ev rastiyek e. Rastiya ku ew hîn nehatine berdan nîşan dide ku nêzîkatî dikare li gorî şert û mercan biguhere. Em vê rewşê û fikarên raya giştî dibînin. Tişta ku divê em li ser bisekinin ev e ku em ê çi bikin. Divê em ji xwe bipirsin, 'Em ê çawa bi ser bikevin?' û divê em hay ji berpirsiyariyên xwe hebin. Baweriya me îradeya me ye."   MA / Ceylan Şahînlî