Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin 2025-09-09 16:25:28   AMED - Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin, diyar kirin ku duh bi şev ji saet 24.00’ê ve di serê her saetê de bi ser qawîşên wan de tê girtin û serjimarî li wan tê ferzkirin. Girtiyan, xwestin şandeyek bi lezgînî biçe girtîgehê.    Binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên ku li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn, dan zanîn ku ji şevê din saet 24.00’ê ve di serê her saetê de bi awayekî hemwext bi ser qawîşên wan de tê girtin û serjimariya li ser pêyan li wan tê ferzkirin.    Girtiyan, ji malbatên xwe re gotin ku têkildarî mijarê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirine lê encamek jê derneketiye. Girtiyan, da zanîn ku ji bo protestokirina sepanê wan çalakiya xistina li deriyan li dar xistine û gotin: “Di lêgerînên qawîşan de tiştên me tên belavkirin, heqwaret li me tê kirin. Dema em bertek nîşan didin jî gardiyan hevalên me derb dikin. Rêveberiya girtîgehê got ku dê îro jî bi şev ji saet 24.00’ê ve di serê her saetê de serjimariyê bikin. Heta niha li dijî binpêkirinên mafan me serlêdanên sûc kirin lê encamek jê derneket. Me daxwazname dan serdozgerî û Desteya Dadger û Dozgeran lê tu başbûnek çênebû. Binpêkirin her ku diçe zêdetir dibin.”    Girtiyan, got ku rageşiya heyî her ku diçe zêdetir dibe û ji malbatên xwe xwestin ku şandeyeke wekîl û parastvanên mafên mirovan tê de cih digirin biçin serdana girtîgehê.