Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin 2025-09-10 20:04:13   ÊLIH - Abdullah Çelîk piştî 32 salan li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çelîk got: "Berxwedan didome."    Abdullah Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana wî 7 caran hat taloqkirin û di 3'yê Îlonê de hat berdan, li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çelîk ku piştî 32 salan hat berdan, ji aliyê nûnerên TÛAY-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.   Çelîk ku li bajaroka Girê Sîra ya Êlihê bi girseyî bi dirûşmeyaên "Bijî berxwedana zindanan" û tilîliyan hat pêşwazîkirin, li vir axivî. Çelîk diyar kir ku berxwedan didome û got: "Gelê kurd hem li derve hem jî li hundir li ber xwe dide. Em ê pêşengên berxwedanê, şopdarê wê û serketiyê wê bin. Girtina min a 32 salan hê lêlê ye, hê loloya vê jî heye. Em ê li ber xwe bidin."    Piştî pêşwazîkirina li vir, Çelîk bi konvoyê derbasî gundê Seyîtlerê bû. Çelîk li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin.