Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin 2025-09-14 13:18:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ji bo eşîrên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê peyamek şand û got: “Ji ber bingeha xwe ya dîrokî, ez piştgiriyê didim xwişk-biratî û tifaqa gelên Kurd û Ereb.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo serokeşîrên Ereban ên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê peyamek şand û got: “Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.”    Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:    “Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re   Dostên hêja;   Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.   Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.   Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.   Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.   Ev yekitiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekitiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.   Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji HSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji HSD´ê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.   Dostên hêja;   Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.   Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.   Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim   Di jiyana we de tenduristî û serketinê dixwazim   Silavên dostane û biratî   28/7/2025   Abdullah Ocalan   Girtîgeha Îmrali."