KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e 2025-09-15 12:28:25 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya 3’yemîn salvegera Şoreşa “Jin, jiyan, azadî” daxuyanî da û diyar kir ku “Jin, jiyan, azadî” ne dirûşmeke jirêzê ye û got: “Ev yek meşaleyeke guherînê ye, çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e.”    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 3’yemîn salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dirûşma beriya sê salan ji qad û kolanên rojhilatê Kurdistanê bilind bû, di demeke kurt de veguherî dengê hevpar ê daxwazên azadiyê yên li Îranê û li cîhanê bû îlham ji milyonan mirovî re.   Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:   “Ev dirûşme ji ber zilm, êşa ku bi gelên Rojhilat û Îranê hatine kişandin bilind bû. Ev dengê ku bi hêvî û wêrekî ji sînoran derbas bû, li Îranê û çar aliyên cîhanê deng veda. Tevgera bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kir li hemberî dîktatorî û zextê rêyeke nû ava kir û têkoşîna jinan a li hemberî astengiya li pêşiya kinc, liv û tevgerê, dervehiştina li qada siyasî û bêkariya li hemberî ciwanan hate bibîrxistin. Hate gotin, di nava van şert û mercan de jin û ciwan bi wêrekî daketin qadan û hem ji bo Îranê hem jî ji bo civakên cîhanê bûn îlham.   Îro di salvegera sêyemîn a vê serhildanê de em dibînin ku ‘Jin, Jiyan Azadî’ veguheriye pirekê ku Kurd, Fars, Beluc, Ereb û hemû gelên cuda yên li Îranê digihîne hev; veguheriye zimanekî hevpar ê gerdûnî ku daxwaza edalet û azadiyê li dora wê civiya ye. Ev tevger ji bo hemû beşên gelê Îranê li dijî rejîmên zordar bûye tecrûbeyeke girîng û li rojhilatê Kurdistanê jî nîşan da ku gel bi yekîtî û biryardariyê dikare dengê xwe bide bihîstin.   Em vê salvegerê ne tenê weke bîranîna rabirdûyê her wiha weke destpêkeke nû dibînin. Yekitiya jin û ciwanan wê peyama vê tevgerê bigihîne tevahiya cîhanê. Parastina mafên gelan ji bo dewamiya vê şoreşê yek ji wezîfeyên sereke ye. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşmeke ji rêzê nîne. Ev yek meşaleyeke guherînê ye, çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e.”