Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e 2025-09-16 14:28:15   AMED - Jinên ku beşdarî çalakiyên "jin, jiyan, azadî" yên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê destpêkirin bûn, bal destnîşanî guherîna di civakê de ya tevî zextên rejîmê kirin û gotin: "Mêran ferq kir ku heya jin azad nebin ew jî azad nabin."    Jinên îranî û rojhilatî yên di berxwedana "jin, jiyan, azadî"yê de ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin, bûn yek, 3 sal in li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin. Jinên beşdarî berxwedanê bûn, tiştên wê demê qewimîn û guherîna ji ber berxwedanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    Ji ber ewlehiya jinan a li Îranê, em di nûçeya xwe navên rastîn nadin.    ÎŞKENCE Û DESTDIRÊJÎ   Maryam Marîvan a 28 salî ku di dema berxwedanê de birîndar bûye, diyar kir ku beşdariya li çalakiyan jixweber çêbûye. Maryam Marîvanê bilêv kir ku bi salan e ji bo maf û azaidyên bingehîn têdikoşin û got: "Lewma qet dudilî nebûm. Gava min bihîst xuşkek min hatiye kuştin, em û cîranên xwe daketin kuçeyan. Di dema portetsoyan de polîsan tundiyeke dijwar kir. Ji destpê ve fîşekên platîfk bi kar anîn. Paşê yên bera û gazên kîmyewî bi kar anîn. Bi derba kuştinê nêzî her kesî bûn. Tew gelek kes jî kuştin. Li girtîgehan hem fizîkî hem jî deûrnî îşkenceyeke giran kirin." Maryam Merîvanê diyar kir ku ew nehatiye girtin lê belê gelek jin hatine girtin û bi sedan ji wan mehkûmî darvekirinê hatine kirin û got: "Em dizanin ku gelek jin û mêrên hatin girtin, dest dirêjî wan hat kirin. Em û hevalên xwe tev de tevlî protestoyan bûn. Lê malbata min ditirsiya, ji ber wê nedixwest. Lê min dizanibû di vê pergalê de siberojeke min a baş tune ye."    ‘CARA EWIL MIN XWE NÊZÎ ŞOREŞÊ HÎS KIR'   Maryam Merîvanê bilêv kir ku bi roj li malan danûstendin kirine û bi şev jî daketine kuçe û kolanan û got: "Tiştên we di protetsoyan de didît, hemû ji aliyê jinan ve dihat kirin. Tişta ku kir jin dakevin kuçeyan, tiştên ku rejîmê bi salan ferz dikir. Me çi li xwe bikira em biçûna kur mudaxileyî her awayê jiyana me dikir. Îran, civakeke baviksalarî ye. Rejîmê nedihişt hin qalib bên şikandin. Me bi salan protetso dîtin. Porqusandin, şewitandina serpoşan û protestoyên serpoşa spî... Lê cara ewil min xwe ew qasî nêzî şoreşê dît. Protetso pêl bi pêl li hemû welatn belav bû. Kesên ku me hêvî ji wan nedikir beşdarî protestoyan bibin, bûn."    ‘CIVAKÊ ROLA JINAN QEBÛL KIR'   Maryam Marîvanê destnîşan kir ku piştî çalakiyan di pergalê de guherîneke bebriçav çênebûye lê di malbatan de hin guherîn çêbûne û got: "Mêran ferq kir ku heya jin azad nebin ew jî azad nabin. Civakê rola pêşengiyî ya jinan a di protetsoyan de qbeûl kir. Aktivîsma jinan êdî hatiye asteke ku biçûk neyê dîtin. Di salên dawî de jin btêir beşdarî çalakiyên azadîxwaziyê û mêr jî beşdarî çalakiyên aboriyê dibin. Lê jinan dît ku ancax bi hev re dikarin ji vê pergalê rizgar bibin. Guherîna takekesî ya mêran tu tiştî îfade nake. Divê hem pergal hem jî mrê bi temamî biguherin. Ji bo vê jî em ê têkoşînê bilind bikin."    ‘PROTETSO DIDOMIN'   Maryam Marîvanê tekez kir ku jin hay ji hêza xwe çêbûne û wiha domand: "Wan dît ku rêxistinkirin dikare her tiştî biguherîne, lê çalakiyên takekesî bêkêr in. Ez ne tenê behsa yekîtîya jinan dikim; ez behsa tevahiya civakê dikim. Ji bo vê yekê, em hewceyê rêxistineke radîkal in. Di sê salên dawî de li civaka Îranê zilmeke mezin heye. Bi xwepêşandanên Sîstan û Belûcistanê, xwepêşandanên Rojava û êrişa Îsraîlê re, zilm û zordariya li ser jinan pir zêde bûye. Her çend di vê heyamê de tu çalakiyeke kolektîf pêk nehatiye jî, jin çalakiyên xwe yên berê didomînin. Niha li welêt bêîtaetîya sivîl, xwepêşandanên medyaya online û xwepêşandanên malbatên girtiyan berdewam dikin."   ‘WÊREKIYA JINAN REJÎMÊ MATMAYÎ KIR'   G.M.'yê jî diyar kir ku atmosfera di civakê de gur bûye û ew ji bo protestokirina kuştinan daketiye kolanan û wiha pê de çû: "Ez gelek caran rastî tundûtûjiyê hatim. Jinan ji mêran bêtir wêrekî nîşan dan û bêdengiya xwe şikandin. Vê yekê rejîmê matmayî kir. Zilm û zordariya li ser jinan aloztir bûbû û mirina Jîna Emînî mîna avêtina kibritê li bermîleke barûtê bû. Sebir êdî bi bandor nebû. Li welêt tiştek neguheriye û zext berdewam dikein. Ew dem bi dem xwepêşanderên girtî darve dikin. Rejîm hîn jî li bajarokên biçûk li jinan zextê dike, lê li bajarên mezin tenê serpoşê teşwîq dike û bi vî awayî dixwaze xwe bide der ku ne tepeserker e. Lêbelê, ev nêzîkatî dikare rêça şoreşê normal bike û xetereya xwepêşandanên civakî kêm bike. Piştî berxwedanê, xuya ye ku hin mêr piştgiriyê didin wan. Ew bi awayekî tevdigerin ku jin xwe ewle hîs bikin. Carinan ez wan dibînim ku jinên ku li kolanan ji hêla polîsan ve bi êrişê re rû bi rû dimînin diparêzin û bêxem namînin."    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel