Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin 2025-11-11 14:05:14 ENQERE - Endama TJA’yê Zelal Bîlgîn ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand û got ku bi hincetên cuda tedawiyên girtiyan tên astengkirin.    Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Zelal Bîlgînê di nameya xwe de binpêkirinên li girtîgehê vegot. Zelal Bîlgînê got ku bi taybet jî mafên tenduristiyê yên girtiyên nexweş tên binpêkirin û got: “Piştî salek û nîvan ez birim MR’ê.”    AN HEVDÎTINA VEKIRÎ YAN JÎ MAFÊ TEDAWIYÊ    Bi domdarî Zelal Bîlgînê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê rojên randevûyê û ya hevdîtina vekirî dixe heman rojê û wiha pê de çû: “Weke heman sepan, di nava rojekê de ji gelek nexweşxaneyan randevû tê standin. Ji ber vê jî girtî pê re nagihijin biçin hemû randevuyên xwe. Ev jî dike ku mafê wan ê tenduristiyê were binpêkirin. Bêyî ku li rewşa lezgîn binêrin, li gorî keyfa xwe nexweşxaneyê hildibijêrin û dibin. Randevuyên me yên MR-ultrason-mamografiyê dixin rojên me yên hevdîtina rû bi rû. Em li cihên dûr in lewma em jî hedîtinê tercîh dikin. Bi vê yekê re tespîtkirina nexweşxaneyê dereng dikeve.”    ZEXTA KELEMÇEKIRINA DESTAN A DI DEMA MUAYENEYÊ DE    Di berdewamê de Zelal Bîlgînê bi lêv kir ku zexta kelemçekirina destan a di dema muayeneyê de didome û dema dibin nexweşxaneyê jî di tevahiya rojê de di rîngê de destkelemçekirî tên sekinandin. Zelal Bîlgînê, got: “Destên me kelemçekirî, li dora me cendirme û cendirme hewl didin têkevin bin milên me. Gelek caran bijîşk ji bo kelemçekirina destan dibêje ‘ji bo min ferq nake’ lêbelê dîsa jî cendirme hewl didin araste bikin û kelemçeyê dernexînin. Li Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê gelek bijîşk, di dema muayeneyê de kelemçekirina destan ferz dikin û li hin nexweşxaneyan ev rewş heta teknîsyenên rontgenê jî belav bûye. Di dema kişandina rontgenê de tiştên weke guhar û saetan bi hinceta ‘di teyîse’ tên derxistin lê kelemçeyên bi giraniya 500 graman nayên derxistin.”    'GOTIN BIJÎŞK LI BETLANEYÊ YE Û NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ’    Bi domdarî Zelal Bîlgînê da zanîn ku girtiya bi navê Nûriye Adet, nebirine nexweşxaneyê û tedawiya wê hatiye astengkirin û got: “Tu diranek di devê Nûriyeyê de nameye. Tedawiya wê dê nêzî du salan bidome. Lêbelê ji ber ku di dema xwe de nabin nexweşxneyê, ev pêvajo dirêj dibe. Ji ber ku diranên wê nînin nikare xwarinê bicû û ev jî di mîde û rûviyên wê de rê li ber pirsgirêkan vedike. Di tevahiya havînê de bi hinceta ‘bijîşk çûye betlaneyê’ nebirin nexweşxaneyê. Di 24’ê Îlonê de ji bo tedawiyê birin cem bijîşk. Ji ber ku bijîşk bertek nîşanî cendirme û gardiyanan da, tevî ku bijîşk her tim randevu daye jî personelên girtîgehê û cendirmeyan Nûre nebirine nexweşxaneyê. Bijîşkî gotiye ku divê her hefteyê were lê belê em dizanin ku nabin.”    ‘XWE JI KIRINA EZYETÊ NADIN PAŞ’    Zelal Bîlgînê destnîşan kir ku ew bi xwe jî tedawiya diranan dibe û wiha bi dawî kir: “Di 17’ê mehê de heqdestê wê hate birîn û bijîşk gotibû ku ‘divê hûn bi lezgînî bînin’ jî bi hinceta ku cendirme tune ne, ez nebirim nexweşxaneyê. Di 24’ê mehê de jî cendirmeyan gotin ‘em ê tenê du kesan bibin’ û tevî israr û êşa min jî gotin ‘Em ê te bişînin MR’ê’ û randevuya min a diranan hate betalkirin. Bijîşkê Gaziyê (zanîngeh) tenê di rojên çarşemê de nexweşxan digire û tedawiyê dike. Li gel ku ev tê zanîn jî randevuya min a MR’ê dane vê rojê. Ji ber ku her tim hebên êşbir dixwim, mîdeyê min diêşe. Girtîbûna me, êş kişandina me bi têrî wan nake. Her yekîne, biqasî ji dest tê, xwe ji kirina ezyetê nadin paş.”    MA / Sema Bîngol