Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe 2025-12-18 11:30:13 AMED - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû, diyar kir ku hewceye azadiya Abdullah Ocalan bi zagonan were misogerkirin û got: “Ev, di heman demê de gava ji bo misogerkirina pêşeroja gelê Kurd e. Lewma divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ derkeve.”  Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4’ê Çileyê de li Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Di mitîngê de dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln were kirin û mitîng dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû têkildarî mitîngê axivî û banga tevlibûnê kir.    Kenanoglû, sala 2025’an ji bo gelê Kurd weke saleke girîng, saleke gelek geşedanên girîng qewimînin nirxand û got: “Hewceye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî pêvajoya şer a 50 salan, polîtîkayên tecrîd û înkarê, cînayetên kiryarnediyar zêde hatine jiyîn dest pê kir, cuda were nirxandin. Dema mirov vê dinirxîne, mirov îradeya birêz Ocalan, ew îrade çawa veguherî rêbertiyê û gel çawa ev qebûl kir, mirov vê dibîne.”    ‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’   Kenanoglû, bal kişand ser aliyê muxatabiyê ya pêvajoyê û got: “Digotin, Ocalan bi sala ye ji rêxistin û civakê dûr e û ‘ma dê kî wî guhdar bike.’ Ne tenê îktîdar û dewletê, di heman demê de muxalefeta niha em muxatab digirin jî dem bi dem hewl dan kesên li gorî wan di nava siyaseta demokratîk de ne weke muxatab nîşan bidin û van kesan deynin pêşiya têkoşîna siyasî ya gelê Kurd. Ev li dijî rastiya qadê û jiyanê ye. Bi gav û bangên xwe, birêz Ocalan nîşan da ku îradeya gelê Kurd e. Îradeya rêxistinê birêz Ocalan e û dema ji dewrê hate derxistin jî tu çareseriyek pêkan nîne. Hemû hewldan vala derketin.”    VERASTKIRINÊN QANÛNÎ   Kenanoglû, got ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû gavên hewce avêtiye, di cihên dixitimî de Abdullah Ocalan ketiye dewrê û gavên nû daye avêtin. Kenanoglû, wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo encamekî baş hewl dide. Ji bo birêz Ocalan gotina xwe bandortir bike û gel qaneh bike, divê mafê hêviyê were cîbicîkirin û mercên azad ên birêz Ocalan bên avakirin. Divê birêz Ocalan were berdan. Ev gelek girîng e. Qebûlkirina azadiya birêz Ocalan, di heman demê de qebûlkirina azadiya gelê Kurd e. Divê çarçoveyeke yasayî yê azadiya birêz Ocalan hebe û wê demê ev yek dê bibe gava misogerkirina zagonî ya pêşeroja gelê Kurd.”    ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’    Bi domdarî Kenanoglû got ku ji bo pêvajo bêyî pirsgirêk bidome û yekser mudaxile were kirin, divê Abdullah Ocalan were berdan. Kenanoglû, got ku bi vê boneyê mitînga 4’ê Çileyê girîng e û got: “Dê gel, nîşan bide ku xwedî li rêbertî û îradeya xwe derdikeve.”     ZIMANÊ AŞTIYÊ   Kenanoglû, diyar kir ku divê îktîdar zimanê aştiyê bi kar bîne lê niha inyetekê wê ya wiha xuya nake. Kenanoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku dixwaze her tim çoyeke weke ‘terorê’ di destê wê de be ku bi rehetî bi kar bîne. Ew jî dizanin ku di rewşên demokratîk de nikarin polîtîkaya zextê bimeşînin. Îktîdar naxwaze dengê birêz Ocalan raste rast bigihije gel.    Dema li tecrûbeyên Efrîqaya Başûr dinêrin, dibînin ku îktîdar-dewletê di girtîgehê de bi muxatabê xwe re hevdîtin nekiriye. Ev, exlaqî jî nîne. Kêmasiya herî mezin jî nebûna aliyê exlaqî ye. Li Efrîqaya Başûr ji bo exlaqî be ji midûrê girtîgehê re dibêje ‘Birêz Mandela bibe mala xw, ez ê li mala te bêm serdana wî. Serdana wî ya di şertên girtîgehê de etîk nîne. Ji ber ku em muzakereyan dikin.’ Ev, helwestekî exlaqî ye. Her wiha jidilbûna pêvajoyê nîşan dide. Ya di vê pêvajoyê de kêm, ev e. Temamkirina vê jî dê bi daxwaza gel bibe. Gel kengî aştiyê civakî bike, wê demê ev tişt tên qebûlkirin. Lewma jî divê ne tenê rêxistin û saziyên kurdistanî, divê her kes, sazî û avadaniyên ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin, xwedî li vê mitîngê derkevin.”    MA / Fethî Balaman