Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn 2025-12-20 13:03:13   WAN- Şîna Sedat Işikê HPG'î ku hat eşkerekirin li Zapê jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyartekirin.    Li taxa Yenî Mahalle ya navçeya Rêya Armûşe ya Wanê, ji bo Sedat Işik (Alîşer Feraşîn) ê HPG'î ku hat daxuyandin di 24'ê Kanûna 2019'an de li herêma Girê Amedîye ya Zapê ya Herêma Kurdistana Federe, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, şîn hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî şînê bûn.   Girse, bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyan, ber bi mala şînê ve meşiya. Piştî ku sersaxiyê, serdan bi duayan bi dawî bû.