'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
- jin
- 11:06 30/1/2018
Meclisa Jinan a HDP'ê berî 3'yemîn Kongreya Asayî ya 11'ê Sibatê, dê bi şiyara "Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin" konferansê pêk bîne.
Meclisa Jinan a HDP'ê berî 3'yemîn Kongreya Asayî ya 11'ê Sibatê, dê bi şiyara "Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin" konferansê pêk bîne.
Ceylan Aynur Koroglu boyaxkirina textikan ji înternetê wekî hobî hîn bû, kir pîşeyê xwe. Koroglu da zanîn ku ruxmê zehmetiyan jî ji vî karî kêfê digire û wiha got: "Ev karê min ê yekemîn e. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin."
Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî qajqajokiya şerî û propagandaya şerî tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin. Rojnamevan got çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne.
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê Mursel Firat, bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleymanê ku ducaniya 115 zarokên bi îstismarê nixumand re hevdîtin kir. Firat, anî ziman ku tenê derdê serbijîşk ew e ku rastiya îstîsmara li nexweşxaneyê veşêre.
Jin dê di 30-31'ê Çileyê de, bi şîara "Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê" Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê lidar bixin. Endama Meclisa Partiyê Zuhal Tekîner, diyar kir ku rexneyên ku ji gel girtine dê ji bo plansaziya wan bibe ronahî.
Endama Konseya Jinan a Navenda Şoreşgeran Gul Nuhjîn Dînler, diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye û wiha got: "Jinên Efrînê dê bersiva pêwîst bidin AKP'ê. Divê hemû jin xwedî Efînê derbikevin."
Kovara Jîneolojiyê di hejmara xwe ya 8'an de "Jiyana wekhev a azad" nîqaş dike.
Piştî bertekên li dijî îstîsmara zayîndî ya 115 zarokên keç, di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de, dest bi îfade wergirtina zarokan hat kirin. Alîkara Seroka Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê Prof . Dr. Yildiz Akvardar, diyar kir ku dema îfadeya zarokan bê girtin, divê destûr neyê dayîn cardin travma derbas bikin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, diyar kirin ku dê yekîtiya azadiya jinê, wekhevî û demokrasiya gelan a li Efrînê şîn bûyî biparêzin.
Welatiyên Şirnexî yên di salên 90'î de ji ber gundên wan hat şewitandin û koçî gundê Karagoçerê bûn, di konên de dijîn. Jinên ku hemû barê jiyanê dane ser milê xwe, bi hesreta vegera welat in.
Polîs O.Y. yê 2 jinên rastî tacîza zayendî hatin derb kir, li dadgehê parastin kir û got: “Min erka ku zagona dabû min pêk anî" û tundî parast.
Hevseroka Şaxa SES'a Mêrsînê Ozge Goncu sosreta îstismara zayendî ya li dijî 115 zarokên ku ducanî mane nirxand, diyar kir ku bi KHK'an kedkarên tenduristiyê bê deng dikin û li ser bûyerê digirin.
Ji endamên Platforma Jinan a Mêrdînê Adalet Kaya, anî ziman dewlet dixwaze bi rewşa awarte jinan di malê de hepis bike û got: "Jin hînî rewşa awarte nabin. Jinên di bin sêvana platformê de kom bûn, dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin."
Jinan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û gotin: “Çawa em xwedî li Kobanê derketin em ê xwedî li Efrînê jî derbikevin.”
Mamosteya xweparastina jinan Îrene Zeîlînger têkildarî têkoşîna xweparastina jinan de got: “Jin dikarin bi xweparastinê hestiyê qorikên zilamtiyê bişkênin. Hedefa me jî ev e.”