SÎG’ê ragihand ku di nava 12 sal û nîvan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi boneya Roja Têkoşîna lidijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got ku hejmara zarokên karker ên qeydkirî ya li Tirkiyeyê derketiye milyonek û 372 hezar kesan.
Li Çiyayê Gabarê talana petrolê berdewam e. Di dema lêgerîna petrolê de xebatkarê TPAO'yê Huseyîn Varol ji çiyê de ket û bi giranî birîndar bû.
7’emîn Rojên Ma Musicê di navbera 12-15’ê Hezîranê de ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan tê lidarxistin.
Li hember polîtîkayên înkar û bişaftina li ser çanda Kurd, gelê Kurd mafê xwe yên çandî û zimanî diparêzin. Ji bo vê yekê, ji aliyê Komeleya Alîkarî û Çandê (KAYY-DER) ya navçeyên Dep, Azarpêrt, Gêxî, Xorxol, Çermê ye di 9’ê Hezîranê de li Parka Tebîet a Goztepe ya li Beykoza navçeya Stenbolê 8’emîn Mîhrîcana Boreka Kurd hate lidarxistin.
Serlêdanên ji bo 7'emîn Pêşbirka Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî dest pê kirin.