Dest ji akademîsyeniyê berda, kargeha mûman vekir

Parve bike:

WAN - Hasret Îpek ku dest ji akademîsyentiyê berda û kargeha mûman vekir, got ku divê jinên li ber perdeyê piştgiriyê bidin jinên li paş perdeyê. 

 
Hasret Îpek Îlçîn a ku du sal berê li Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû akademîsyen, dest ji pîşeya xwe berda. Hasret Îpek Îlçîn a ku bawerî bi enerjiya êgir tîne û vê veguherand hilberînê, bi navê "Mûmê" kargehek vekir. Ew, li kargehê hem mûmên xwe hildiberîne hem jî çêkirina wan dide fêrkirin. 
 
Hasret Îpek Îlçînê bilêz kir ku piştî kariyera 4  salan a akademîsyeniyê, par "Mûmê" vekiriye. 
 
Hasret Îpek Îlçînê diyar kir ku pêwendiya wê ya bi êgir re di vê biryarê de bibandor bûye. Hasret Îpek Îlçînê destnîşan kir ku mûm tenê ne amûreke ronahîkirinê ye û got: "Bi sedan sal e di navbera agir û mirov de pêwendiyeke xurt heye. Mûm, ew tişt e ku her tim li ber destê we ye û gava vêdikeve ernejiyekê dide. Ez jî, ji ber ku hay ji vê pêwendiyê heme, min ev kargeh vekir." 
 
Hasret Îpek Îlçînê diyar kir ku kargeh ji bo wê cihekî dermankirinê ye jî û got ku ew di demên dijwar de bi çêkirina mûman hişê xwe rihet dike. Hasret Îpek Îlçînê destnîşan kir ku pêvajoya çêkirina mûman bala mirovan ji pirsgirêkên rojane dûr dixe û ew di kargehê de çalakiyên "fêrbûna bi hev re" li dar dixe. Hasret Îpek Îlçînê rave kir ku beşdar ji hilberînê kêfê digirin û got ku kargeh hêdî hêdî veguheriye cihekî ku wê bi xerîdarên xwe re girêdaneke dostaniyê ava kiriye.
 
Harset Îpek Îlçinê bal kişand ser keda jinan û tekez kir ku pêwîstiya piştgirîkirina jinên ku pir caran têne paşguhkirin heye. Hasret Îpek Îlçînê ku got "Jinên li pêş perdeyê divê piştgiriyê bidin jinên li pişt perdeyê," destnîşan kir ku divê jin hewl bidin ku xewnên xwe pêk bînin. 
 
Harset Îpek Îlçînê destnîşan kir ku jin dikarin keda xwe veguherînin nirxekî aborî û got: "Hûn dikarin li ser sobeyekê hem xwarinê çêkin hem jî mûman."