Pêvajoya Spanya-Katalonyayê: Înkar bi dawî bû, dora azadiyê ye

Parve bike:

NAVENDÊ NÛÇEYAN - Gelê Katalan bi pêvajoyên muzakereyê gelek mafên xwe bi dest xistin û têkoşîna xwe ya serxwebûnê didomînin. Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragones got: "Amanca me ew bû ku zext bi dawî bibe û azadiya gelê me pêk bê. Me amanca yekemîn pêk anî, çareseriya siyasî li ser masê ye."

Katalonya, yek ji 17 herêmên xweser ên Spanyayê ye. Li bakurê rojhilatê nîvgirava Îberyayê cih digire; ji bajarên Barselona, Girona, Lleida û Tarragonayê pêk tê. Mîna Kurdan, Katalanan jî bi salan têkoşîna ziman û nasnameyê da. Vê têkoşînê xweseriyekê berfireh ji perwerdehiyê heta tenduristiyê ji bo Katalanan dabîn kir.
 
DEMA FRANCO
 
Katalonya ku yek ji herêmên herî dewlemend ên Spanyayê ye, heta sala 1137’an xweseriya xwe parast. Piştî yekbûna tacên Aragon û Kastîlyayê, bû parçeyek ji Spanyayê. Ji sala 1515’an ve ku Spanyayê yekparebûna axa xwe pêk aniye, çarçoveya xweseriya Katalonyayê bi berdewamî guherî. Tevî ku Katalanan di sedsalên 15 û 18’an de xweseriya xwe parastibin jî, piştî rêveberiya monarşiyê ya li Spanyayê bi qedexeyan re rû bi rû man. Sepandina Qanûna Cezayê ya Katalan bi dawî bû, perwerdehiya bi Katalanî hat qedexekirin û bikaranîna pereyê Katalan hat qedexekirin.
 
Di sala 1931’an de li şûna monarşiyê rejîma komarê hat avakirin. Katalonyayê di heman salê de serxwebûna xwe ragihand. Piştî soza xweseriyê ya rejîma nû, dev ji vê daxwazê hat berdan. Xweserî di destûra bingehîn de hat parastin. Lêbelê piştî pevçûnên navxweyî yên 4 sal şûnde, bi serketina Francisco Franco ya di şer de, li welat "dîktatorî" hat ragihandin. Xweseriya Katalonyayê hat rakirin û sepanên nû ketin meriyetê:
 
* Zimanê Katalanî di perwerde, wêje, şano, radyo, sînemayê û heta di axaftinên telefonê de jî hat qedexekirin. Biryar hat dayîn ku belgeyên fermî bi Kastîlyayî (Spanî) bin.
 
* Nîşaneyên reklam, kar û rêyan ji nû ve hatin nivîsandin.
 
* Navê Meydana Katalonyayê ya li Barselonayê wekî Meydana Spanyayê hat guhertin.
 
* Vaftîza zarokan bi navên Kastîlî hat ferzkirin.
 
* Kastîlyayî wekî zimanê fermî hat ragihandin.
 
* Saziyên xweser ên li Katalonyayê hatin girtin.
 
* Piştî mirina Franco ya di sala 1975’an de, rêveberiya nû ya ku hat ser desthilatê, li hemberî îtîrazên civakê hin guhertin pêk anîn. Lê îtîraz berdewam kirin. Di encama grevan de di 6’ê Kanûna 1978’an de destûra bingehîn a nû hat qebûlkirin.
 
XWESERÎ JI NÛ VE HAT QEBÛLKIRIN
 
Destûra bingehîn a ku wekî "destûra bingehîn a pêvajoya veguhêz" tê pênasekirin, armanca wê ew bû ku maf, çand û kevneşopî, ziman û saziyên hemû gelan misoger bike. Herwiha mafên xweseriyê yên civak û herêmên neteweyî û hevkariya di navbera wan de qebûl kir û misoger kir. Ji yekîneyên xwecihî re di astên cuda de xweseriya siyasî hat qebûlkirin.
 
* Di qonaxa yekem a pêvajoya veguhêz de (1979-1981), statuya xweseriyê tenê ji neteweyên kêmîne RE hat dayîn. Di vê qonaxê de Peymana Xweseriyê ya 1981’ê hat îmzekirin. Bi vî rengî nexşeya xweseriyê û rêgeza xweseriyê ya her civakê hat diyarkirin.
 
* Di qonaxa duyem de (1981-1992), hejmara civakên xweser gav bi gav derket 17’an. Ev pêvajo bi rêbaz û pêvajoyên cuda yên ku destura bingehîn ava kirine ve hat rêvebirin.
 
* Di qonaxa sêyem de, Peymana Xweseriyê ya 1992’yan hat îmzekirin. Di vê demê de ji bo xurtkirina herêmî ya Senatoya Spanyayê, di senatoyê de guhertin hatin kirin û di sala 1994’an de "Komisyona Giştî ya Civakên Xweser" ku senator û nûnerên civakên xweser pêk tê, hat avakirin.
 
* Piştî qebûlkirina xweseriya Katalonyayê, hin verastkirinên qanûnî jî hatin kirin:
 
* Zimanê Katalonyayê Katalanî ye.
 
* Hikumeta Xweser mecbûr e ku ji bo fêrbûna Spanî û Katalanî, bikaranîna wan di jiyanê de û di fermiyetê misoger bike û ji bo vê armancê wekheviya wan a tam dabîn bike.
 
* Nûnerên di Parlemena Katalonyayê de dikarin zimanê Katalanî an jî Spanî bi kar bînin, qanûn divê hem bi Katalanî û hem jî bi Spanî werin çapkirin. Ev qanûn di hemû karên îdarî yên li Katalonyayê de bikaranîna Katalanî ferz dike.
 
* Mafê gelê Katalan heye ku di têkiliyên xwe yên bi rêveber an jî dadgehan re Katalanî an Spanî bi kar bînin.
 
* Di daxuyaniyên fermî an taybet de Katalanî hat bikaranîn, ji bo mamoste û akademîsyenên zanîngehê zanîna her du zimanan hat ferzkirin. Herwiha di vê pêvajoyê de ev tişt qewimîn:
 
* Katalonyayê piştî rêze reformên ku di sala 2006’an de ketin meriyetê, xweseriya îdarî û darayî bi dest xist.
 
* Di Sibata 2006’an de Parlemena Katalonyayê di pêşnûmeya destûra bingehîn a herêmî de îfadeya “Katalonya neteweyek e” bi cih kir û qebûl kir.
 
RAGIHANDINA SERXWEBÛNÊ
 
Lêbelê di sala 2010’an de, daxwaz û mafên ku di sala 2006’an de di mijarên îdarî û darayî de hatibûn dayîn, hatin sînordarkirin. Hat biryarkirin ku dê Katalan di nav Spanyayê de wekî neteweyek neyên qebûlkirin. Piştî zêdebûna meyla serxwebûnê ya li Katalonyayê, Parlemena Katalonyayê di Çileya 2013’yan de deklerasyona ji bo referandûma serxwebûnê ku Katalonyayê wekî hebûneke siyasî dihewîne, qebûl kir.
 
* Hikumeta Spanyayê deklerasyona Katalan bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê deklerasyon li dijî destura bingehîn dît û rawestand. Parlemena Katalonyayê di Îlona 2017’an de qanûnek derxist ku rê dide referandûma serxwebûna Katalonyayê bê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn biryara rawestandina referandûmê da, Hikumeta Spanyayê jî bi mudaxeleya polîsan hewl da rê li ber referandûmê bigire.
 
* Tevî hemû astengiyan di 1’ê Cotmeha 2017’an de referandûm hat kirin. Parlemena Rêveberiya Xweser a Katalonyayê di 27’ê Cotmeha 2017’an de "deklerasyona serxwebûnê ya yekalî ku daxuyandina wê hatibû paşxistin" qebûl kir. Di heman rojê de mafên xweser ên Katalonyayê bi demkî dewrî hikumeta navendî hat kirin. 9 siyasetmedarên Katalan bi sûcê "teşwîqkirina serhildanê" hatin girtin û di navbera 9 û 13 salan de cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Serokê berê yê Hikumeta Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont û hin wezîrên Katalan neçar man derkevin derveyî welat.
 
* Quim Torra di Hezîrana 2018’an de wekî Serokê Hikumeta Xweser a Katalonyayê hat hilbijartin. Piştî derbasbûna pêşniyarpirsê, Sánchez li ber Qral VI. Felipe wekî serokwezîr sond xwar. Sánchez di hilbijartinên giştî yên Mijdara 2019’an de dîsa herî zêde deng girt; herwiha di Çileya 2020’an de bi Unidas Podemos re hikumeteke koalîsyona neteweyên kêmîne ava kir û ji dema vegera welat bo demokrasiyê ve yekem hikumeta koalîsyona neteweyî ava kir.
 
JI NÛ VE DIYALOG
 
Hikumeta koalîsyona çepgir ku ji Çileya 2020’an ve li Spanyayê li ser desthilatyê ye, bi armanca çareseriya pirsgirêka Katalonyayê di 22’yê Hezîrana 2021’an de ji bo 9 siyasetmedarên Katalan ên girtî efûyekî qismî derxist. Serokwezîr Pedro Sanchez piştî biryara efûyê ya ku di Lijneya Wezîran de bi yekdengî hat qebûlkirin daxuyaniyek da û got: "Em li bende nînin ku yên hatine efûkirin nêrînên xwe biguherînin. Jixwe ev kes tu carî ji ber nêrînên xwe nehatine cezakirin."
 
Serokê Hikumeta Xweser a Katalonyayê yê wê demê Pere Aragones rexne kir û got: "Tevî ku biryara efûyê gava yekem e, lê kêm û ne bes e. Ew ne çareseriya pirsgirêkê ye." Hilbijartinên giştî yên Tîrmeha 2023’yan bû sedem ku parlamentoyek bê rawestandin ku tê de blokên çep û rast nekarîn bi tena serê xwe kursiyan ji bo avakirina hikumeta koalîsyonê bi dest bixin. Li ser vê yekê Partiya Sosyalîst a li Spanyayê (PSOE) bi Junts per Catalunya (Yekitiya ji bo Katalonyayê) re peymanek çêkir ku dikare rê li ber avakirina hikumeta koalîsyonê ya Serokwezîr Pedro Sanchez veke. Li gorî peymana navborî, hat qebûlkirin ku ji bo kesên ji ber daxwaza serxwebûnê di girtîgehê de ne “qanûna efûyê” bê derxistin. Di 30’ê Gulanê ya 2024’an de ji bo 372 siyasetmedar û serokên saziyên civakî yên sivîl ku di nav wan de Serokê berê yê Hikumeta Xweser a Katalonyayê û serokê Junts Carles Puigdemont jî heye, qanûna efûyê di Meclisa Spanyayê de hat qebûlkirin.
 
ARAGONES: MUZAKEREYA SIYASÎ GIRÎNG E
 
Pere Aragones pêvajoya li Katalonyayê û hevşibînên wê yên bi pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
 
Aragones anî ziman ku di pêvajoyên çareserkirina pevçûnan de rêya muzakereya siyasî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Aragones rave kir ku hin pêvajoyên muzakereyê yên ku bi hikumeta navendî re bi serketinê û hin jî bi binketinê encam dane û ev tişt got: "Di pêvajoya muzakereyê de pir girîng e ku hûn her dem amanca xwe ya dawîn ji bîr nekin. Ji ber ku pêvajoya muzakereyê pir tevlihev e. Tije nakokî ye lê di heman demê de tije hêvî ye û hûn dikarin di nav vê dînamîka siyasî de asê bimînin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku meriv her gav bi bîr bîne ka çima hûn di vê têkoşînê de ne."
 
DAXWAZA SERXWEBÛNÊ
 
Aragones bûyerên piştî pêvajoya 2017’an bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ji wê demê heta îro vê pêvajoyaya siyasî hin serketin bi dest xistin. Lê di heman demê de demên ku me hest dikir di diyaloga siyasî de asê mane jî çêbûn." Aragones destnîşan kir ku di pêvajoya niha de "rewşeke asêbûyî heye" û wiha got: "Di hikumetê de guhertinek çêbû lê em li ser hin pêşketinan ji bo xweseriyeke berfirehtir nîqaş dikin." Aragones diyar kir ku zext bi temamî bi dawî nebûye û got: "Hîn jî mirovên li sirgûnê hene û hin serkirdeyên ku rê li ber berbijêriya wan a di hilbijartinan de hatiye girtin hene. Ev qonax ne tenê bi dawîkirina zextê ye, di heman demê de ber bi çareseriyeke siyasî ve çûn e. Li gorî me tenê çareseriya siyasî referandûma serxwebûnê ye."
 
GAVÊN BAWERIYÊ
 
Aragones bal kişand ser girîngiya tevlêbûna gel û baweriya di navbera aliyan a di pêvajoyên muzakereyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku gavên yekem têne avêtin, avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de pir girîng e. Ji ber ku di navbera we û dijberê we de cudahî hene. Dema ku pêvajoya muzakereyê dest pê kir, min ji Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez re got: 'Tu parastina Spanyayekî yekbûyî dikî û ez parastina serxwebûna Katalonyayê dikim. Lêbelê dîsa jî em dikarin pêvajoyekî muzakereyê dest pê bikin, em binêrin ka qadek heye ku em tê de pêş bikevin an na'."
 
Aragones diyar kir ku pêvajoya muzakereyê ya ku bi hikumeta navendî re kirine di warê hiqûqî de nayê naskirin û sedema vê jî redkirina vê pêvajoyê ji aliyê astên bilind ên daraza Spanyayê ve ye û wiha got: "Ji bo pêşî li sabotajên darazê bigirin, me pêvajo ne bi tu verastkirinên hiqûqî, lê wekî pêvajoyeke siyasî çarçove kir. Digel vê yekê, her gava di pêvajoya muzakereyê de, di verastkirnan de bersivek dît. Hikumeta Spanyayê qebûl kir ku Katalanî îhmal kiriye û rê li ber bikaranîna wê girtiye. Wan bikaranîna Katalanî di parlemena Spanyayê de qebûl kir. Ev pêşketinek bû û gavek ber bi avakirina baweriyê ve bû. Bi vî rengî, pêkanîna peymanan hat misogerkirin."
 
KURD Û KATALAN: DU RÛYÊN MADALYAYÊ
 
Aragones bal kişand ser wekheviyên têkoşîna Kurd û Katalanan û got: "Ev pevçûnên ku koka wan di kûrahiya dîrokê de ne. Hûn nikarin pevçûnek wisa bi lez û bez çareser bikin. Ji bo vê dem lazim e. Hevşibiyekî din jî ew e ku tevgera Kurd azadiya gelê Kurd bi wekhevî, pêşketina aborî û serfiraziyê ve têkildar dike. Ev yek pir dişibe tevgera me. Em ji vê re dibêjin 'du rûyên heman madalyayê'. Ji ber ku hem gelê Kurd û hem jî gelê Katalan dixwazin baştir bijîn, wekhev bin. Azadiyê dixwazin."
 
'NÊRÎNEKÎ DEMDIRÊJ PIR GIRÎNG E'
 
Aragones diyar kir ku di pêvajoya berdewam a çareseriya pirsgirêka Kurd de dibe ku dadiliyên wekî "aliyê din ne rastgo ye" yan jî "pêvajoyê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne" derkevin holê û got: "Ev dudilî tenê bi biryardarî û nêrîneke demdirêj dikare were derbaskirin." Aragones diyar kir ku di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de her dem xetere hene û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di çareseriyeke qonax bi qonax de xetere ew e ku hûn di gava duyemîn de bisekinin. Lêbelê hûn dixwazin 5-6 gavan bavêjin. Di muzakereyên siyasî de du amancên me hebûn: yek efû û ya din jî mafê diyarkirina çarenûsa xwe bû. Amancên me bidawîkirina zextê û misogerkirina azadiya gelê me bû. Me amanca yekemîn pêk anî. Gelek kes ji vê qanûna efûyê sûd wergirtin. Lêbelê meseleya çareseriya siyasî hîn li ser masê ye. Di vê mijarê de hîn pêşketineke berbiçav çênebûye. Em li ser xweseriya darayî, hin erk û mijarên din nîqaş dikin, lê çareseriya siyasî hîn li benda lihevkirinê ye. Ev yek ji xetereyan e. Hûn di cîhaneke pir tevlihev de pêvajoya muzakereyê didomînin. Meseleyên din ên wekî pandemî, krîza aborî û aloziyên jeopolîtîk jî hene. Ji ber vê yekê divê mirov li ber ji bîr neke ku ev pêvajoyekî qonax bi qonax e. Ji ber vê yekê nêrînekî demdirêj pir girîng e."
 
Sibê: Li Kolombiyayê 'edaleta dema veguhêz' aştî mayînde kir.
 
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî