RIHA - Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê didomin. Êrişên ser Helebê, weke bandora polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan tê nirxandin.
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê di roja 3’yan de didomin. Êriş, bi hevdîtina hemwext a li Parîsê bi Îsraîlê re hate kirin hemwext hatin destpêkirin. Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz El Şeybanî re, gefên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî l HSD’ê xwarin û çendek geşedanên din, nîşan dide ku dibe tiliya Tirkiyeyê di êrişan de hebe.
HTŞ, ev 3 roj in êrişî Helebê dike. Der barê vê mijarê de, ji bo weşanê hinek nirxandin hatibûn kirin. Êriş bi çekên giran careke din dest pê kirin. Êrişkaran bang li gel kirin ku taxan vala bikin û bi vî rengî şerekî psîkolojîk jî meşandin. Di rewşa niha de êriş bi awayekî dijwar didomin. Ji bo ku ji aliyê bejahî ve bikevin taxan, wê hêzên nû jî bînin û bixwazin encamê bigirin.
Lê li hemberî êrişan berxwedaneke berfireh jî heye. Di êrişên pêr de çeteyan gelek windahî dan. Hêzên Ewlekariyê yên herdu taxan, bi vê hêza moralê bi biryarin ku berxwedanê hîn mezin bikin.
HSD û Rêveberiya Xweser jî ragihandin ku gelê Helebê bi tenê nîn e. Fermandarên HSD’ê û rêveberên Rêveberiya Xweser banga berxwedanê li gel kir, her wiha daxuyaniyên ku hişyarî didin HTŞ’ê jî dan.
ÊRIŞ BI HEVDÎTINA PARÎSÊ RE HEMWEXT HATE KIRIN
Li gorî vê yekê pêwîste çend xal werin bibîrxistin;
* Êriş hemwextî peymana Îsraîl û Şamê ya li Parîsê hate îmzekirin, destpê kirin. Rasthatina êrişan ya di dema vê peymanê de tercîheke bi zanebûn e. Ji ber ku li Suriyeyê bi taybetî di nava gelê Misliman ê Sunne de, li dijî Îsraîlê nerazîbûn û hêrsek mezin heye. Hema bêje ji salên 1950’an ve çandek wiha ava bûye. Ji ber wê yekê rêveberiya li Şamê siyaseteke wisa dimeşîne ku peymana bi Îsraîlê re ji rojevê daxîne û wekî ku çêbû û derbas bû, nîşan bide. Êrişên dijî Helebê ji ber vê yekê rastî îmzekirina peymanê anîn.
ERDOGAN HAMAS JI BER DESTKEFTIYÊN KURDAN TESFIYE KIR
* Di peymana li Parîsê de îxtîmalek mezin e ku ji bo êrişek wiha, biryareke erêkirinê hatibe dayin. Dewleta Tirk li hemberî entegrekirina HTŞ’ê ya bi Îsraîlê re dengê xwe nekiriye. Mimkune ku li beramberî vê bêdengiyê destûra êrişên berfireh dabe. Dema ku Amerîkayê bi pêşengiya Trump li dijî Hamasê bi hinek welatên Misliman re civîn çêkir, Erdogan jî li kêleka wî rûniştibû. Dîmenek wisa hebû ku wekî ew herdû civînê bi rêve bidin. Di wê civînê de benê Hamasê hat kişandin û Erdogan jî di rola celadê ku vî benî dikişîne de bû. Yanî li hemberî Hamasê ku jê re digot ‘Kuvayî Mîlliye’ xiyanet kir. Îxtimalek mezin e ku li beramberî wê, ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hinek tawîz wergirtine. Dibe ku Amerîkayê di vê mijarê de Îsraîl îkna kiribe. Dikare bê gotin ku êrişa Helebê wekî encama van xebatên qanehkirinê derketiye holê.
TIRKIYE DIXWAZE HSD Û HTŞ’Ê BI HEV BIDE ŞERKIRIN
* Bi êrişa Helebê re, heke şer veguhere şerê HTŞ û HSD’ê (Jixwe Erdogan û cemaeta wî vê yekê dixwaze) wê demê Erdogan dê bi kevirekê 2 çukan bikuje. Ji ber ku li gorî Erdogan pêwîste li Şamê Îxwanî bibin desthilatdar. El-Qaîdeyê naxwaze. Amerîka û hêzên din ên rojavayî jî Colanî û HTŞ’ê tercîh dikin. Ji ber vê yekê jî, Erdogan difikire ku hem van herdu hêzan bi hev bide şerkirin û ji bo xwe zemîna êrişek mezin a leşkerî ya li ser Suriyeyê ava bike, hem jî rê vebike ku HTŞ ji hêzê bikeve û hêzên girêdayî xwe li Şamê bike hikûmet. Bi vî rengî xeyal dike ku di serî de Amerîka, bi hêzên rojavayî re neyê beramberî hev.
TIRKIYE NEFRETÊ SOR DIKE
* Dewleta Tirk ku wekî Rêveberiya Şamê û hema bêje wekî xwediya wê tevdigere, îdia dike ku li Sûriyeyê aramî heye û Rêveberiya Xweser wekî hêza ku vê aramiyê xirab dike, nîşan dide. Hewl dide ku wekî hinceta êrişan jî vê yekê nîşan bide. Wisa tevdigere ku tu dibêjî qey yên ku komkujiyên Durzî û Elewiyan kirine û niha jî komkujiya Kurdan dikin, ne ew in û peyamên wiha dide cîhanê. Kurdan wekî ‘xenzîr’ pênase dike û bi vî rengî dixwaze di nava gelê Misliman de bandorê çêbike û siyaseta êrişkariyê li ser gotina nefretê sor dike.
NE PLANA ŞAMÊ LÊ YA TIRKIYEYÊ YE
* Niha li Helebê konsepteke (Planeke) ku HTŞ di nav de ye, ketiye dewreyê. Di van êrişan de çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî bi awayekî aktîf rol girtine ser xwe. Li hemberî van êrişan berxwedana ku pêş dikeve, di rastiyê de şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan îfade dike. Yanî encamên şer ber bi ku ve biçin bila biçin, dê weke şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan de derbasî dîrokê bibe. Wekî ku dewleta Tirk berevajî dike nîn e, yanî ev şer ji Şamê zêdetir, ji ber êrişên dewleta Tirk ên ji bo serwerbûna li Sûriyeyê derketiye holê. Ji bo Kurdan û dostên wan, ji bo tifaqên wan, ji bilî berxwedanê vebijêrkek din (rêyek din) nemaye.
MA / Erdogan Altan