AMED - Êrişên li ser Helebê bi awayekî zelal rêya siyasî ya ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daye ser, nîşan dide. Tiştên ku diqewimin, didin der ku li şûna veguherîneke demokratîk, ji nû ve avakirineke navendî esas tê girtin.
Li Rojhilata Navînê ezmûnên "hikûmetên demkî", di esasê xwe de rejîmên berê bi xwe ne, tenê navê wan diguhere. Ev avanî ku bi retorîka pirrengî, yekîtî û aramiyê derdikevin holê, di rageşiya xwe ya ewil a civakî û siyasî de tim serî li rêbazên leşkerî û ewlehiyê dane. Tiştên ku îro li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê diqewimin, ne li derî vê kevneşopiya dîrokî ne.
Êrişên li ser taxan bi awayekî zelal nîşan didin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dê reyeke siyasî ya çawa bimeşîne. Ev êriş, didin der ku dê welêt ber bi xeteke siyasî ya çawa ve biçe. Refleksên ku di demên krîzî de tên bikaranîn jî, nîşan didin ku ji veguherîneke ber bi demokratîkbûnê ve wêdetir, dewletparêziya navendî didin pêş. Geşedan nîşan didin ku tiştên ku li qadê diqewimin ne veguherîneke demokratîk e, ji nû ve avakirineke navendîparêz e.
ARMANCÊN ÊRIŞAN
Tişta ku di êrişan de balê dikişine jî, xweza û wesfa deverên hedefgirtî ye. Taxên hedefgirtî ne warên leşkerî ne, qadên rêxistina civakî û pirnasnameyî ne. Ji ber vê yekê, ev êriş ne wekî pêngaveke "ewlehiyê", wekî destwerdaneke rasterast li dijî feraseta "neteweya demokratîk" tên dîtin û "hinceta ewlehiyê veguheriye perdeyeke tasfiyekirina siyasî."
ENTEGRASYONA BI DARÊ ZORÊ
Ev dîmen, tengezariya siyasî ya bingehîn a li Sûriyeyê bi awayekî zelal nîşan dide. Li aliyekî modernîteya dewletê heye; yek navend, yek hêz, yek mekanîzmayeke biryardanê, nêzîkatiyeke ewlehiyê li ser siyasetê digire û cihêrengiyê wekî gef dibîne. Li aliyê din jî, fikra neteweyeke demokratîk heye ku li ser bingeha hebûna wekhev û hevbeş a nasnameyên cuda ye. Tiştên ku li Helebê diqewimin nîşan didin ku ev xeta duyemîn bi zanebûnî tê vederkirin. Ev vederkirin, di nêzîkatiya li hember Kurdan de bi awayekî herî zelal tê dîtin. Kurd ne wekî kirdeyeke damezrîner di siberoja Sûriyeyê de, lê wekî hêmaneke ku divê di bin avaniya navendî de werin bicihkirin tên hesibandin; "Tê xwestin ku entegrasyon ne bi razîbûnê, bi darê zorê pêk bê." Ev feraset, li şûna ku yekîtiya civakî xurt bike, zemînê ji bo avakirina xetên şikestinê yên nû amade dike.
Êriş, fikarên ku rêyên danûstandin û çareseriyên siyasî tên girtin û li şûna wan nêzîkatiyeke "entegrasyonê" ya bi darê zorê tê danîn, didin der. Her çend rayedar êrişan bi hinceta "ewlehiyê" diparêzin jî, rastiya li qadê bi awayekî zelal hewldaneke berfirehtir a ji bo tasfiyekirina civakî û siyasî nîşan dide. Veguherîna qadên sivîl bo hedefên leşkerî wekî celebeke zordariyê li dijî hebûna kolektîf a gel derdikeve pêş. Ev rêbazeke naskirî ya modernîteya dewletê ye ku çareserkirinê ne bi rêya siyasetê, bi darê zorê ferz dike.
ALIYÊ HERÊMÎ YÊ ÊRIŞAN
Aliyê herêmî yê êrişan jî dikare di vê çarçoveyê de were nirxandin. Rola çalak a komên paramîlîter ên wekî Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddîn Zengî ku tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, nîşan dide ku faktora Tirkiyeyê ji pêşketinên li Helebê serbixwe nîne. Êriş didin der ku ev livûtevger li gor nêzîkatiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê ne ku demeke dirêj e li qada Sûriyeyê bi bandor pêk tîne. Jixwe helwesta Enqereyê ya li dijî destkeftiyên siyasî û îdarî yên Kurdan jî, baş tê zanîn. Ji ber vê yekê, gavên ku ji hêla hikûmeta demkî ya heyî ve tên avêtin, nikarin li derveyî bandora vê nêzîkatiya herêmî werin nirxandin. Ji ber ku "operasyon ne tenê berhema dînamîkên navxweyî ye."
PÊKANÎNA OTORÎTEYA NAVENDÎ
Di vî warî de, pirsa bingehîn jixweber derdikeve holê: rêveberiyeke ku bi îdiaya veguherîneke demokratîk derket holê, di ezmûna xwe ya yekem a cidî de çima serî li refleksên rejîma berê dide? Çima hewl tê dayîn ku pirsgirêkên siyasî bi rêbazên leşkerî û zorê werin tepeserkirin? Bersiva pratîkî ya van pirsan îro li kolanên Helebê tê dayîn.
Di encamê de, êrişa li ser Helebê ne ji bo avakirina rêjîmeke aştiyane û piralî li Sûriyeyê ye, ji bo ji nû ve xurtkirina otoriteya navendî xizmetê dike. Ev rê dibe ku di demeke kurt de kontrolê dabîn bike, lê bi demdirêjî dê bingeha pevçûnên kûrtir û bêîstîqrariya mayînde biafirîne. Bi vî awayî, tiştên ku diqewimin nîşan didin ku hikûmeta demkî ya heyî ne aktorekî veguhêz ê demokratîk e, li refleksên rejîma navendî ya tepeserkirinê û refleksên dewleta neteweyî vegeriyane, fikra neteweya demokratîk hezm nake û li şûna jiyana hevbeş, li Sûriyeyê çerxeke nû ya pevçûnan ava dike.
Êrişên li ser Helebê ne wekî manevrayeke leşkerî ya demkî, lê wekî hilbijartineke hişmendane der barê siberoja Sûriyeyê de dikarin wer dîtin. Ev hilbijartin, eşkere dike ku bal ne li ser lihevhatina civakî ye, li ser ferzkirina entegrasyona bi darê zorê ye.
MA / Rêdûr Dîjle