Tiştên li Helebê diqewimin û hesabên Şamê
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêvajoyeke wiha de ku her du alî li ser Peymana 10'ê Adarê nêzî lihevkirinê bûn, konsepta ku li Helebê hat pêkanîn, careke din nîşan da ku Kurd ne hedefeke hêsan in. Lêbelê, îhtimala ku Şam, li gorî daxwazên Enqereyê tevbigere û li deverên mîna Reqayê jî heman tiştan provakasyonan biceribîne zêde ye.
Dihat pêşbînîkirin ku sala 2026 ji gelek aliyan ve, hem li di asta cîhanî û hem jî di asta herêmî de, saleke dijwar be. Geşedanên dawî ev pêşbînî piştrast kirin. Êrişa DYA'yê li ser Venezûelayê û gefên wê yên li dijî welatên din ên li parzemîna Amerîkayê, pêla aloziyên li Îranê û di demên dawî de hedefgirtina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye Helebê, hemû nîşan didin ku sala nû dê ji gelek aliyan ve saleke diyarker be.
TAXÊN KU BI SALAN E SERÎ NETEWANDINE
Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 6'ê Çileyê de Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hedef girtin. Berî ku em li ser êrişan û berxwedana li dijî wan nîqaş bikin, dê kêrhatî be ku em li dîroka her du taxan binêrin û bîra xwe nû bikin.
Heleb ew bajar e ku bi dîrok, pîşesazî, hebûnên çandî, mîmarî û demografiya xwe derdikeve pêş. Ew her wiha cihek e ku di dema şerê ku di sala 2011'an de dest pê kir de herî zêde pevçûn dîtine. Di 15 salên şer û pevçûnan de, bajar bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ma.
Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku niha di rojeva hemû cîhanê de ne, di nav mezintirîn taxên Helebê de ne ku karîne li hember hemû êrişan li ber xwe bidin. Ev tax ku li bakurê bajêr dikevin, 15 salan li hember hemû koman li ber xwe dan. Rejîma Esed, Artêşa Azad a Sûriyeyê, El Nûsra, DAIŞ, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ)... navên kesên ku bajêr bi rê ve dibirin guherîn, lê ev her du tax bûn hedefa yekem a her komeke ku hat. Lêbelê, tu kom nekarî vê berxwedanê bişikîne. Bi rastî, ev berxwedan di şerê bajêr yê Şoreşa Rojavayê de bû mînak.
Tevî 15 salên ambargo û êrişên dijwar, taxên ku bi rêya meclis û komunan karîbûn bijîn, di 6'ê Çileyê de careke din bûn hedef. Komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ku kesên ku bi salan e Kurdan hedef digirin û li seranserê welêt komkujiyên mezin pêk tînin jî di nav de, ji wê rojê ve êrişeke mezin dan destpêkirin.
DAIŞ BEŞDARÎ ÊRIŞAN BÛ
Zêdetirî 42 hezar kesên çekdar beşdarî êrişên ku taxên ku zêdetirî 300 hezar sivîl lê dijîn bûn. Çekên giran, di nav de top û mûşek û her wiha 124 tank û wesayîtên keşfê hatin bikaranîn. Hin ji kesên ku beşdarî êrişan bûn sembolên DAIŞ'ê hilgirtin. Kesên ku ji ber "xebatên terorê" der barê wan de biryarên zevtkirin û girtinê hatibûn dayîn jî, di êrişan de cih girtin. Welatiyê Misrî Ehmed el-Mansûr ku fermana girtinê der barê wî de heye, ji van kesan yek jê ye. Wekî din kesên ku sembolên DAIŞ'ê hilgirtin di dema weşana zindî ya El Cezîreyê de, di kamereyan de derketin holê.
DÎMENÊ HOVÎTIYÊ
Komên ku digotin "Allahu Ekber" û bi çekên giran êriş dikirin, laşê bêcan ê şervaneke jin ku di şerê şeş ??rojî de miribû, ji avahiyekê avêtin. Bi deh hezaran kes jî neçar man ku koçber bibin, bi sedan kes hatin revandin, gelek ji wan îşkence li wan hatin kirin an jî qetilkirin. Xanî hatin talankirin, nexweşxaneyek hat bombebarankirin û hin kes hatin înfazkirin. Çarenûsa zêdetirî 200 kesan hîn jî nayê zanîn.
HSD LI GOR PEYMANÊ TEVGERIYA
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişên xwe bi hedefgirtina kesên berpirsiyarê parastina aramiyê li taxan rewa kir. Lêbelê, ev hêzên ewlehiyê yên taxan li gorî peymaneke di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de di 1'ê Nîsana 2025'an de li wir bûn.
Li gorî Peymana 1'ê Nîsanê, HSD dê vekişiya û Wezareta Karên Hundir, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî, dê berpirsiyarê parastina niştecihên taxê û pêşîgirtina li her binpêkirin an êrişek li dijî wan bûya. HSD li gorî peymanekê vekişiya. Lê di vê pêvajoyê de ya ku ambargo ranekir û êrişên xwe berdewam kir jî Şam bû.
'OTOBUS VALA VEGERIYAN'
Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê biryar dan ku li dijî gefên komkujiyê "parastinê" bikin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Wan 6 rojan li dijî bi deh hezaran kesan taxên xwe parastin. Otobusên ku ji hêla Şamê ve ji bo "tehliyekirinê" hatin şandin, neçar man ku vala vegerin. Piştî komkujiya sivîlan, gelek şervanan "çalakiyên fedaî" pêk anîn. Ziyad Qedûr (Ziyad Heleb), yek ji fermandarên berxwedanê, di nav wan kesan de bû ku "çalakiyeke fedayî" pêk anîn.
ŞEYBANÎ CIVÎNÊ BI DAWÎ KIR
Ev hemû di demeke wiha de qewimîn ku Peymana 10'ê Adarê dihat nîqaşkirin. Ev yek, yekser piştî civîneke li Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo û rayedarên Hikûmeta Demkî de qewimî. Sîpan Hemo diyar kir ku rayedarekî hikûmetê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, mudaxileyî civînê kiriye û piştî vê pêvajo hatiye sekinandin û êriş dest pê kirine.
ROLA ÇALAK A TIRKIYEYÊ
Derket holê ku navê ku Hemo behsa wî dikir, Esed Hesen Şeybanî ye, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî. Şeybanî kesayetiyek e ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Tirkiyeyê re tê nasîn û gelek caran bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re dicive. Şeybanî master û doktoraya xwe li Tirkiyeyê wergirtiye. Rawestandina pêvajoyê ji aliyê Şeybanî ve bi awayekî zelal rola çalak a Tirkiyeyê di êrişan de eşkere kir. Wekî din, civîna di navbera MÎT û Şamê de berî civîna 10'ê Adarê, daxuyaniyên piştgiriyê yên rayedarên Tirkiyeyê ji bo Şamê û hebûna balafirên bêmirov ên ku li ser her du taxan difirin jî vê rolê piştrast dikin.
PEYMANA DYA-ÎSRAÎL-ŞAMÊ
Hûrgiliyeke din a girîng ew e ku êriş piştî civîneke di navbera şandeyeke hikûmeta Îsraîlê û rêveberiya Şamê de di 5'ê Çileyê de, bi navbeynkariya DYA û piştgiriya Fransayê, dest pê kirin. Şeybanî û serokê îstîxbarata Sûriyeyê jî beşdarî civînê bûn. Piştre peymaneke ewlehiyê hat ragihandin. Roja din, roja ku êriş dest pê kirin, artêşa Îsraîlê ket herêma Tel El-Ehmer El-Şerqî ya li herêma gundewarî ya başûrê bajarê Quneytrayê li başûrê Sûriyeyê û ala Îsraîlê li ser gir bilind kir.
Wisa xuya dike ku Şam û Tirkiye jî ji vê peymanê hêz girtine. Li gorî hin derdoran, bêdengiya li hember van êrişan di berdêla şekildana başûrê Sûriyeyê li gorî daxwazên Îsraîlê de ye.
HEDEFA EWIL DÊR HAFIR E
Geşedanên li qadê van gotinan piştrast dikin û nîşaneyên cidî hene ku hesabê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê bi vê bisînor in. Lewma jî tê dîtin ku êriş dê tenê bi her du taxan bisînor nemînin û li qadên cuda belav bibin. Geşedanên dawî, ev yek bi aşkeratir raxist pêş çavan. Wezareta Parastinê ya girêdayî hikûmeta demkî, hin herêmên girêdayî Dêr Hafirê ya li rojhilatê Helebê xist hedefa xwe. Duh û rojek bertir jî ber bi van herêman ve sewqiyeta leşkerî kir. Dibe ku çendek roj û saetên pêş êrişek li dijî van herêman were kirin.
Hem êrişên li ser her du taxan û hem jî gefên li dijî Dêr Hafirê, nîşan dide ku hin hesabên Şamê û hêz/dewletên piştgiriyê didin wan hene. Yek ji sedemên vê jî ew e ku rojavayê Firatê ji Kurdan xalî bikin. Lêbelê hedefa esasî ew e ku Rêveberiya Xweser di rojhilatê Firatê de tengav bikin û pergala li vir hatiye avakirin ji holê rakin.
PROPAGANDAYA ‘ŞER LI DIJÎ PKK’Ê TÊ KIRIN’
Dezgehên çapemeniyê yen girêdayî Şamê, hem di nûçeyên xwe de hem jî di komên medyaya dijîtal de van hedefên xwe bi aşkerayî dibêjin. Ji roja êriş dest pê kirin heta niha HSD avadaniyeke girêdayî PKK’ê ya xwe fesixkirî tê nîşandan û hedef tê nîşandan. Hewl didin binhişeke ku şerê esasî li dijî PKK’ê tê kirin ava bikin.
REQA Û DÊRAZOR
Li ser vê manîpulasyonê, hem Dêr Hafir hem jî Reqa û Dêrazor hedef tên girtin. Rastiyek heye ku her du bajar jî salên dirêj e di hedefê de ne. Rejîma Esad jî her tim hewl da bi rêya eşîrên vê derê li dijî HSD’ê rageşiyê derxîne. Hewldanên Tirkiyeyê yên di vê çarçoveyê de jî tên zanîn. Rayedarên hikûmetê di hin daxuyaniyên xwe de vê bi aşkerayî dibêjin. Ev hedefnîşandan, didome.
Bi destpêkirina êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re dîsa ev hedef bûn rojev. Di serî de A Haber û CNN Turk, medyaya îktîdarê dest bi weşandina nûçeyên weke “Gelo dor a Reqa û Dêrazorê ye?” kirin.
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Hemû alî jî van geşedanan ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê cuda nabînin. Di dawiya dawî de ew ê yekser bandorê li pêvajoyê bike. Her çend rayedarên hikûmetê peyamên domandina pêvajoyê bidin jî, gefên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li dijî HSD’ê rê li ber fikaran vekir.
KCK’ê jî bi daxuyaniyekê polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de htae gotin ku êrişa li dijî Helebê, hewldaneke xerakirina agirbestê û têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Her wiha hate gotin ku êriş dê bi Helebê bisînor nemînin.
NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN
Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî van geşedanan zêde tên mereqkirin. Ev demekî dirêj e ne hevdîtinên bi şandeyê re ne jî bi malbatê re nayên kirin. Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya têkildarî sala nû de bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya di navbera HSD û Şamê de û got: “Cîbicîkirina mutabeqetê dê pêvajoyê rehettir bike û lez bidê.” Her wiha ji Tirkiyeyê re jî gotibû; “Pir girîng e ku di vê pêvajoyê de bi rolekî kar hêsan dike, çêker û rêya diyalogê vedike rabe.”
TEHRÎK BI SER NEKETIN
Xuyaye ku rewşa li Sûriyeyê û encamên wan, dê di demên pêş de jî rojevê diyar bikin. Lêbelê Kurdan, bi berxwedana xwe ya li her du taxan careke din nîşanî hemû dinyayê dan ku her tişt wisa dê bi hêsanî nebe. Di dema êrişan de, gelek sûcên li dijî mirovahiyê ku dê ji bîra Kurdan neçin hatin kirin. Di heman demê de hem di ziman de hem jî di sepanên li dijî HSD’ê de gelek geşedanên tehrîk dikin hatin kirin. Hinek derdoran û medyaya Tirkiye/Şamê, ji bo êrişên dawî di heman kêliyê de li gelek cihan belav bibin gelek hewl dan. Lêbelê hem Rêveberiya Xweser hem jî HSD’ê bi daxuyaniyê xwe rê nedan belavbûna rageşiyê û îradeya hevpar a pêkvejiyana gelan derxist pêş. Mirov dikare bibêje ku vî aqilî, hesabên hatine kirin vala derxist. Provokasyonên li dijî qadên cuda, îxtîmalê çêdike ku pevçûn li cihên cuda belav bibin.
GEŞEDANÊN LI ÎRANÊ
Heke mirov bibêje ku hesabên Tirkiyeyê girêdayî geşedanên li Îranê ne, ev nirxandin dê xelet nebe. Bi milyonan kes niha li Îranê li ser pêya ne. Çalakiyên ji ber krîza aborî û bi daxwazên maf tên lidarxistin, her ku diçe belavtir dibin û hêzên emperyal yekser gefan li Îranê dixwin. Serokê DYA’yê Donald Trump herî dawî got ku dê mudaxileyî Îranê bikin. Almanya û welatên cuda jî bi peyamên xwe gotin ku rejîm rojên xwe yên dawî dijî. Ev jî îxtîmala ku di rojên pêş de mudaxile li Îranê wer kirin zêde dike.
Yek ji tirsa Tirkiyeyê ew e ku li Îranê rejîm biguhere. Tirkiye, guherîna rejîmê j bo xwe weke mijareke jiyanî dibîne. Polîtîkaya “Bila Kurd dayika xwe nebîne” li vir jî didome. Bandorbûna Kurdan a li Îranê, Tirkiye ji bo xwe weke “pirsgirêka hebûnê” dibîne. Rastiyek heye ku Tirkiye ya ku ji bo tunekirina pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekarî daxwaza xwe bicih bîne, niha jî naxwaze li Îranê/Rojhilat tiştekî wiha çêbibe.
MA / Azad Altay