Ji hunermend Taşdogan banga berxwedanê ji bo Helebê

Parve bike:
AMED - Hunermend Kasim Taşdogan li hember bêdengiya hunermendan a li hember êrişên li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan da û banga berxwedaneke pevre kir.
 
Êrişên komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û HTŞ li Heleb û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Hunermend Kasim Taşdogan li hember êrişan bertek nîşan da û bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir. Taşdogan li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X'ê bang li hunermendan kir ku li hember bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hesastir bin û nerazîbûna xwe ya li hember bêdengiya wan a li hember van bûyeran anî ziman.
 
Kasim Taşdogan got: "Wekî hunermendekî Kurd, ez dixwazim çend tiştan li ser Rojavayê û Helebê bibêjim. Çekên herî mezin ên hunermendan enstruman û dengên wan in. Li kolanên Helebê hovîtî pêk hat. Wekî hunermendekî ku ji jiyanê hez dike, dîtina vê yekê jiyanê li min heram kir. Çawa mirovên cîhanê li vir xwe sûcdar hîs nakin? Wekî Kurdekî, ez xwe sûcdar hîs dikim. Çawa ew xwe sûcdar hîs nakin? Çawa cîhan xwe sûcdar hîs nake? Çawa xwîna vî gelî li ser destên xwe nabîne?"
 
BANGAWAZÎ
 
Taşdogan berxwedana mezin a gelê Kurd bi bîr xist û got: "Dewletên emperyalîst bêexlaq in. Hunermendên li çaraliyê cîhanê divê dengê xwe yê protestoyê bilind bikin. Gelo Amerîka, Ewropa û welatên Amerîkaya Latîn dê dengê xwe li dijî van dewletan bilind nekin? Ma ew ewqas bêhesas bûne, ewqas bêrehm bûne? DAIŞ'ê li welatên we zarok û jin qetil kirin. Wan kamyon ajotin ser mirovan. Ma hûn ji tiştên ku dewletên we kirine şerm nakin? Ma hûn nabînin ka li Rojavayê çi diqewime? Hêz li cem we ye. Derkevin meydanê û ji dewleta xwe bipirsin, 'Çima we çek firot van çeteyan?' Gelê Kurd li ber xwe dide. Ew li her çar perçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em dixwazin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin. Ji vir hezar silav ji gelê Kurd ê ku li her çar perçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Bila gel werin û em bi hev re li ber xwe bidin."