Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Fûad Hisên re civiyan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Munîhê Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.
Fermandarê Giştî yê HSD`ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya beşdariyê di Konfiransa Munîhê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparbûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.