HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê da zanîn ku di êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de heta niha 194 jê zarok, bi giştî hezar û 205 sivîl hatine qetilkirin. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya têkildarî êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê aşkera kir. Li gorî raporê; ji 6’ê Adarê heta saet 17.00’ê êvara 7’ê Adarê (li gorî saeta Tehranê), di nava 24 saetan de li 30 bajaran di çarçoveya 133 bûyeran de herî kêm 485 êriş hatine tomarkirin HRANA’yê got ku di êrişan de herî kêm 53 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, êrişên dawî li hemû bajarên Îranê belav bûne û piraniya êrişan li Tehran û çendek bajarên din tên kirin. 
 
Di raporê de hate gotin ku di êrişên 7’ê Adarê de herî kêm 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne. Bi domdarî hate destnîşankirin ku ji 28’ê Sibatê heta niha biqasî piştrast kirine; 194 jê zarok bi giştî hezar û 205 sivîl hatine kuştin, 187 leşker mirîne. Hate gotin ku hewl didin 283 bûyerên mirinê jî piştrast bikin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.

Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin

Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.

'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."

HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî

HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.