ÎZMÎR - Derhêner-senarîst Ezel Akayê diyar kir ku Rojava bersiveke demokratîk e ji bo cîhaneke dijdemokratîk û got: "Divê em hemû bi hev re bixebitin, ji hêla fikrî an pratîkî ve, da ku ev ezmûn ji holê ranebe."
Banga seferberiyê ya ji bo Rojavayê ji hêla siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, şoreşgerên enternasyonalîst, rojnamevan û hunermendan û her derdorên civakê ve tê bersivandin. Yek ji van nîşandanên piştgiriyê ji derhêner-senarîst Ezel Akayê hat ku bi Ajansa Mezopotamya (MA) re li ser êrişên li ser Rojavayê û berxwedanê axivî.
Ezel Akayê diyar kir ku desthilat der barê jiyana hevbeş a gelan de biryaran nadin û got ku ew baweriya xwe bi serketina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê didomîne. Akayê got: "Em tiştên ku li Rojavayê diqewimin wekî berdewamiya projeya komên îslamî yên radîkal ji bo jiholêrakirina kesên ku ne wekî wan in dibînin. Li wir, bermahiyên DAIŞ'ê, an jî heke navê wê DAIŞ'ê nebe jî, mirov û komên bi heman zihniyetê ku ez bawer dikim pir bêdîn in, olê wekî amûreke zilm û desthilatdariyê bi kar tînin da ku desthilatdariyê bigirin. Çanda demokrasiyê ya ku li Rojavayê derketiye holê ji bo desthilatdarên demkî yên ku niha li Sûriyeyê desthilatdar in xetereyeke mezin e. Ew qet demokrasiyê naxwazin. Ez tiştên ku li Rojavayê diqewimin ne wekî pevçûneke etnîkî, lê wekî pevçûneke di navbera demokrat û dijdemokratan de dibînim. Xwedê Sûriyeyê ji wê biparêze ku nebe mîna Afxanistanê."
'ROJAVA, EZMÛNEKE PIR GIRÎNG E'
Ezel Akayê bi bîr xist ku piştgiriyek girîng ji bo berxwedana Rojavayê heye û got: "Ez nafikirim ku ew kesên ku dixwazin gelê Rojavayê were kuştin, ew kesên ku dixwazin Tevgera Kurd winda bibe, zêdetir in. Rojava, ne tenê ji bo Kurdan e; ew herêmeke pirçandî ye ku tê de Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî û Adigeyî tê axaftin. Ew nimûneyeke pir cidî ya demokrasî û rêveberiya herêmî ye. Ezmûna Rojavayê, ezmûnek pir girîng e. Divê em hemû hewl bidin, ji hêla îdeolojîk an pratîkî ve, da ku pêşî li jiholêrakirina vê ezmûnê bigirin. Ez difikirim ku ev nêrîn divê mezin bibe. Rojava bersiveke demokratîk e ji bo cîhaneke dijdemokratîk. Dê baş be mirov bi vî rengî lê mêze bike."