Panela pirzimanî: Zimanê dayikê bi qasî nan û avê hewcedarî ye

Parve bike:
ENQERE - ANKA-DER’ê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek pirzimanî li dar xist. Di panelê giringiya perwerdehiya pirzimanî û pêwistiya bi zimanê dayikê hate destnîşankirin.
 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li avahiya Tum Bel Senê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê panelek pirzimanî li dar xist. Gelek kes tev li panelê bûn. Di panelê de perwerdekarê Çerkezî Kadîr Şahîn bi Çerkezî, aktivîsta Ermen Huriyê Şahîn bi zimanê Ermenî, lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu bi Lazkî, bi zaravayê Kurmancî mamosteyê Kurdî Rojhat Eren Emicî û bi zaravayê Kirmanckî jî xwendekara ANKA-DER’ê Selvî Toprak Firat li ser rewşa ziman û taybetmendiya ziman axivîn.
 
Li hêwana panel lê hate lidarxistin pankarta, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate daliqandin.
 
Di serî de Hevseroka ANKA-DER’ê Ferîde Akturan axivî û bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û got: “Îro ji rojeke pîrozkirinê zêdetir rojeke têkoşînê ye. Axaftina bi zimanê Kurdî kêm e. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
‘PERWERDEHIYA KURDÎ FERZ E’
 
Di panele de ewilî mamosteyê zimanê Kurdî Rojhat Eren Emîcî axivî û li ser rewşa ziman rawestiya. Rojhat Eren Emîcî diyar kir ku tevî zextan jî Kurdî hatiyê parastin û wiha got: “Bi saya dengbêjan zimanê me winda nebûye û derbasî nifşên nû bûye. Li Tirkiyeyê pergaleke şaş hatiyêe damezrandin û tenê bi yek zimanî perwerde tê dayîn. Perwerdehiya bi Kurdî di rojevê de ye. Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn.”
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’
 
Selvî Toprak Firat jî qala dîroka roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê kir û wiha axivî: “Bi zaravayê Kirmanckî bi tevahî 6 milyon kes diaxivin. Em Kurd li dijî 2 pişaftinan têdikoşin, yek asîmîlasyon û ya din jî otoasîmîlasyonê. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Zimanê dayikê bi qasî nan û avê hewcedarî û ferz e.”
 
Perwerdekarê Çerkezî Kadîr Şahîn jî bi zimanê Çerkezî qala wateya rojê û rewşa zimanê Çerkezî kir û destnîşa kir ku pêwîst e perwerdehiya pirzimanî bê dayîn.
 
Aktivîsta Ermen Huriyê Şahîn jî bi zaravayê Hemşînî yê Ermenî axivî û çîrokeke Ermenî vegot û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
 
‘DIVÊ HEMÛ ZIMAN BÊN PARASTIN’
 
Di dawiyê de jî lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu jî bi zimanê Lazkî qala rewşa zimanê Lazkî kir û anî ziman ku Lazkî heta ji sala 1930’an li dibistanan perwerdehî dihat dayîn û rojnameyên wan hebûn lê piştre hatin qedexekirin. Armagan Serdaroglu destnîşan kir ku bi qedexe û perwerdehiya bi yek zimanî bandoreke mezin li Lazkî kiriye û wiha got: “Ew jî bû sedem ku zimanê me kêm bê axaftin. Piştî 1990’î ji bo parastina zimanê Lazkî bi kovar û rojnameyan têkoşînek hat destpêkirin. Ji bo parastina hemû zimanên li Tirkiyeyê divê perwerdehiya pirzimanî pêk were.”
Panelê bi xwendina helbestek Lazkî û stranên Kurdî berdewam kir. Piştre panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
Nûçeyên Têkildar
'Em bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe’
'Em bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe’

Li Gimgimê panela ziman hate lidarxistin û panelîstan got: “Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe.”

Li Hopayê çalakiya zimanê dayikê
Li Hopayê çalakiya zimanê dayikê

Partiyên siyasî li navçeya Hopayê bi wesîleya çalakiya “Gel stranên xwe dibêjin” hatin gel hev û stran gotin.

Onen: Kurdî ji bo zarokan dengê dayika wan e
Onen: Kurdî ji bo zarokan dengê dayika wan e

Civaknas Ronahî Onenê diyar kir ziman ji bo zarokan dengê dayika wan e û got: “Dema dengê Kurdî tê em xwe di ewlehiyê de hîs dikin. Ji ber ku malbat ji bo wan ewlehî ye. Dema bi zimanê din tişt tên gotin zarok hîs nakin.”

Li Stenbolê daxuyaniya hevpar: Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê
Li Stenbolê daxuyaniya hevpar: Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê

Li Stenbolê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaza statü ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê hate kirin.

‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e, dersa bijarte vê statuya misoger nake’
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e, dersa bijarte vê statuya misoger nake’

Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Agirî Îlhan Levent diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e û got: “Sepana dersa bijarte derfeteke fêrbûnê ya şexsî pêşkêş dike, lê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih nayine. Ev model, ne ne pargala perwerdeyê diguherîne, ne jî di asta civakî de statuyekî wekhev dide zimên.”