Li cihwarên pîroz ên elewiyan û li ser xeta fayê ji bo JES'ê projeya sondajê hat erêkirin

Parve bike:

MÛŞ - Projeya JES'ê ku tê plankirin bê çêkirin û dê bandorê li cihwarê pîroz ê elewiyan bike, hat pesendkirin. Şêniyên herêmê yên bertek nîşanî vê dan gotin: "Em naxwazin canê ew qas mirovan fedayî jeotermalê bikin." 

 
Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê, Serokatiya Komîsona Bajêr a Walîtiya Mûşê, "Projeya sondajê ya lêgerîna li çavkaniyên jeotermalê" ya şîrketa IGNIS H2'yê pesend kir. Tê payin ku şîrket di Gulanê de dest bi xebatên sondajê bike. Lê belê şêniyên herêmê ji vê neraqzî ne. Bi projeyê re dê gelek kes bi koçberiyê re rû bi rû bimînin û dê bandoreke mezin li çandiniyê û sewalvaniyê bike. Her wiha dê ziyareta Gireboa ku di sala 2015'an de hat îdiakirin Şehîdegha PKK'ê ye û cihwarên Elewiyan Korîbava, Nîşaneroj, Kalesipî, Şehidê Merge, Tekaye Kekebava, Ninga Dundule û Şehîdê Hopike jî bandorê ji vê bigirin. 
 
Welatiyan û hin siyasetmedaran li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal (JES) ya li herêma Gimgimê bertek nîşan dan. Sinan Karakaya, diyar kir ku proje dê zirarê bide jîngehê û metirsiya erdhejan zêde bike û vê yekê wekî "komkujiyekê" bi nav kir û ragihand ku ew ê axa xwe nedin projeyên madenê û JES'ê. 
 
Karakaya û welatiyên din, bal kişandin ser xetên fayê yên li herêmê û destnîşan kirin ku divê canê mirovan û keda mirovan ji bo rantê neyê qurbanîkirin. Toprak Karakaya jî diyar kir ku ew li dijî projeyê ne û dê nehêlin ku ew were pêkanîn.
 
Alev Yilmaz ku bi çandinî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibe, diyar kir ku ew naxwazin Gimgim pêşkêşî rantê bê kirin û ji siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl piştgirî xwest. Veli Tepe jî diyar kir ku ew li bajarê xwe projeya santrala jeotermal naxwazin.
 
Hevserokê DEM Partiyê Îlyas Aslan got ku Gimgim divê ji hêla bedewiya xwezayî û ekosîstema xwe ve were parastin. Aslan bi bîr xist ku herêm herêmeke erdhejê ya pileya yekem e û bal kişand ser metirsiya ku projeyên santrala jeotermal zirarê bidin xetên fayê û diyar kir ku ew bi gelê Gimgimê re di nav hevgirtinê de ne.
 
MA / Can Kirbaş