AMED - Şêniyên gundê Cixsê yê Pasûrê ku li dijş GES a dê bi "rapora ÇED'ê ya sexte" bê çêkirin nobed dan destpêkirin, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Şîrketa VBZ Înşaatê dixwaze li Mezrika Bûdûka ya gundê Cixsê ya navçeya Pasûr a Amedê li ser eraziyekî 300 donimî Santrala Enerjiya Rojê (GES) ava bike. Di rapora ÇED'ê ya ji bo projeyê hat amadekirin de hat nivîsandin ku gol û cihên avî li qadê tune ne. Li ser vê Komîsyona Jîngehê û Bajêr a Baroya Amedê bi îdiaya "Rapora ÇED'ê ya sexte" ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da û ji ber rapora pêzaniyê ku got qad ji bo projeyê guncaw e, doz hat betalkirin. Piştî vê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn.
Piştî vê şêniyên gund di 8'ê Tebaxê de li qada ku dê GES lê bê çêkirin kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Gundiyan diyar kir ku ew projeyê qebûl nakin.
‘EM GES'Ê NAXWAZIN'
Ji şêniyên taxê GUlfîdan Tûran, anî ziman ku ew debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got ku ew naxwazin li mrêgên wan GES bên çêkirin. Gulfîdan Tûranê got: "6 zarokên min hene. Hemûyan xwendiye, lê betal in. Ger ez çêlekekê xwedî nekim ez ê çawa debara xwe bikim. Em ê têkoşîna xwe ya li vir bidomînin."
'DÊ DARAN HIŞK BIKE'
Mehmet Ay jî bilêv kir ku dê bi projeya GES'ê re zirar bigihê xwezayê û got ku cihê ku tê xwestin proje lê bê çêkirin avî ye û hêşînahî lê zêde ye. Ay destnîşan kir ku ger proje bê çêkirin dê darên fêkiyan ji ber tîrêjên rojê hişk bibin û got: "Em heywanên xwe li vir xwedî dikin û jiyana xwe didomînin. Ev projeya GES'ê ji bo vî gundî nebaş e. Pir nêzî malên me ye."
Ay destnîşan kir ku dê heta dawiyê li dijî projeyê bitêkoşin.
Veysî Şeker anî ziman ku xwediyê projeyê dixwaze gundê wan talan bike û got: "Dixwazin dest deynin ser pêşeroja zarokên me. Em li dijî vê projeyê ne û naxwazên bê çêkirin. Ger bê çêkirin, nexwe divê em ji vir biçin. Dê li vî gundî jiyan nemîne. Em gundî li dijî vê projeyê ne. Ji lew re ev proje bi sextekarî hat plankirin. Heya em li vir bin em ê nehêlin kes zilmê li vî gelî bike."
'RAPORA SEXTE'
Ji şêniyên gund Îbrahîm Halîl Kiliç got: "Em naxwazin ev proje li gundê me bê çêkirin. Nayên bi gundiyan re naaxivin dê çi bikin. Qadên hêşîn û avî, di rapora ÇED'ê de nehatine nîşandan. Em li dijî vê sextekariyê ne. Heya ji destê me bê em ê li dijî vê projeyê bitêkoşin."
Adem Şeker jî bilêv kir ku muxtarê gund biraziyê xwediyê şîrketê ye û got: "Gund dagir kirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Gundî dibêjin em vê projeyê naxwazin. Lê bi hişê çêkirî tiştek çêkirin ku wekî ku gundî projeyê dixwazin. Ji xeynî muxtar tu kes vê projeyê naxwaze. Dê têkoşîna me ya li dijî GES'ê bidome."
MA / Mehdî Dûrmaz