Êrişên HTŞ’ê: navendeke tenduristî û xizmetê hate şewitandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ û komên paramîlîter cihê Heyva Sor a Kurd ku xizmeta tenduristiyê dike şewitand. 

HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, saziya tenduristî û xizmetê Heyva Sor a Kurd hedef girt. Avahiya Heyva Sor a Kurd a li navçeya Êrîşayê ya dikeve başûrê Hesekê hate talankirin û piştre hate şewitandin. Di encama êrişê de alav û amûrên tibî hatin şewitandin û cihê saziyê ji xizmetê derket.