Mazlum Ebdî çû Şamê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ji bo hevdîtina bi Colanî re çû Şamê. 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, ji bo hevdîtina bi serokkomarê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmet Şara re hevdîtinê bike, çû Şamê. Hat ragihandin ku dê di hevdîtinê de li ser êrişên berdewam dikin û mutabeqeta duh Şara ragihandibû were axaftin.