HTŞ hewl dide Kobanê dorpêç bike
- Rojane
- |
- 19 Çile 2026 16:56
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên HTŞ’ê yên li dijî Kobanê berdewam in. Hat zanîn ku komên paramîlîter hewl didin Kobanê dorpêç bikin.
Êrişên HTŞ’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hewl didin bi êrişkirina ser Eyn Îsayê, Kobanê dorpêç bikin. Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û van komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; HTŞ li dijî rojavayê Eyn Îsayê êrişên dijwar pêk tîne. Şervanên HSD û YPJ’ê jî bersivên tund didin êrişan û hat ragihandin ku gelek HTŞ’î hatine kuştin. Hat ragihandin ku li herêmê rewşeke awarte heye û pevçûnên dijwar diqewimin.