HSD: Koalisyona navneteweyî soza xwe ya ji bo girtîgeha DAIŞ'î lê ne bi cih neaniye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê diyar kir ku di êrişên li ser girtîgeha Reqayê de 9 şervanên wan hatine kuştin û got ku koalîsyona navneteweyî soza xwe ya veguhestina endamên DAIŞ'ê ji girtîgehê bi cih neaniye.
 
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), der barê rewşa dawî ya êrişên komên girêdayî HTŞ'ê li ser Girtîgeha Eqtan a li Reqayê ku endamên DAIŞ'ê lê ne, daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya HSD'ê bi vî rengî ye: "Ji 3 rojan ve hêzên me hevkariya xwe bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo veguhastina girtiyên rêxistina DAIŞˊê yên li girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ber bi cihên ewle ve didomin, lê koalîsyonê li gel sozên dubare heta niha tu gavên pratîkî di vê çarçoveyê de pêk neanîne.
 
Di pevçûnên berdewam de yên bi komên Şamê re ku êrişî girtîgehê dikin hêzên me bi erkên xwe yên parastina girtîgehê dewam kir û rê li ber tevliheviya ewlehiyê girt. Ji ber van êriş û pevçûnan heta niha 9 şervanên me şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.
 
Digel rewşa ewlehiya ya xeternak pevçûn berdewam in.”