Li Eyn Îsayê pevçûnên dijwar

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma di navbera gundên Eyn Îsa û Ebû Sira de, di navbera HSD û HTŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin.
 
HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, êrişên xwe yên ji bo dorpêçkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li herêma di navbera Eyn Îsa û Ebû Sira de, di navbera HSD û komên paramîlîter de pevçûn derket. Şervanên HSD û YPJ'ê bi tundî bersiv dan êrişan.
 
Hat ragihandin ku li Til Temirê komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, avahiyeke ku sewalvanî lê tê kirin bombebaran kirine.