Ji Foza Yûsifê banga lezgîn: Kurd tên qetilkirin, gelê me sînoran derbas bikin
- Rojane
- |
- 19 Çile 2026 20:43
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif, di banga bi sernavê banga lezgîn de got: "Divê gelê me yê li Bakur ber bi Nisêbîn û Pirsûsê ve biherike. Kurd tên qetilkirin."
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bi sernavê "Banga Lezgîn" parvekirinek kir. Foza Yûsifê di parvekirina xwe de got: "Divê gelê me yê li Bakur ber bi Nisêbîn û Pirsûsê ve biherike. Kurd tên qetilkirin. Divê ciwan û gelê me yê li Başûr jî ber bi Dêrikê ve biherike. Sînoran derbas bikin. Roj, roja parastina rûmeta neteweyî ye."
Foza Yûsifê di parvekirina xwe ya duyem de jî got: "Banga lezgîn li gelê Bakurê Kurdistanê: Rojava niha bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Çeteyên DAIŞ'ê, di bin navê artêşa Sûriyeyê de bi awayekî bêeman êrişan pêk tînin. Divê gelê me yê bakurê Kurdistanê ber bi Nisêbîn û Pirsûsê ve biherike. Roj, roja parastina rûmetê û hebûniyê ye."