Rewşa dawî ya Hesekê û Kobanê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundewarê Eyn Îsa yê nêzîkî Kobanê û li Şedadiyê li ser rêya Hesekê pevçûnên dijwar berdewam dikin. Gel li her du bajaran jî li ser pêyan e.
 
HTŞ, ligel komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û endamên DAIŞ'ê, êrişên xwe yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. HTŞ'î gelek endamên DAIŞ'ê ji girtîgeheke li Şedadê serbest berdan û di heman demê de pevçûn li gelek cihan berdewam dike.
 
Şedadiyê ku nêzîkî Hesekê ye, yek ji wan deveran e ku pevçûn lê zêde bûne. Li gelek cihan di navbera şervanên HSD-YPJ û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gundewarê Eyn Îsa yê nêzîkî Kobanê, li dijî bi deh hezaran hêzên paramîlîter, berxwedan didome. 
 
Li Kobanê ku di bin dorpêçê de ye, gel di çarçoveya seferberiyê de li dijî êrişan amadekariyan dike. Seferberî li hemû taxan didome. Amadekariyên bi heman rengî li Hesekê jî tên kirin. Tedbîrên ewlehiyê li seranserê bajêr hatine girtin.