HSD: Tirkiye êrişî Hesekê dike

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku Tirkiye bi ÎHA'yan û topan êrişî Hesekê kiriye. 
 
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrişên li ser bajarê Hesekê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Balafirên bêmirov ên Tirk Çiyayê Qezwan ê li başûrê Hesekê bombebaran kirin. Di heman demê de bi topan êrişî herêmê hat kirin. Di heman demê de, hêzên me êrişên komên Şamê li eniya gundê El-Eliya şikandin û di encamê de windahiyên giran ên di warê leşkerî û alavên leşkerî de li êrişkaran çêbûn."