NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ku bertek nîşanî êrişên HTŞ'ê yên li ser Reqayê da, diyar kir ku ger rewş wiha bidome dê têkilî xera bibin û got: “Heke endamên DAIŞ'ê ji girtîgehan derkevin dê ev ji bo DYA, Sûriyê û herêmê karesatê bi xwe re bîne û qiyamet rabe.”
Senatorê Partiya Komarparêzan Lindsey Graham têkildarî rewşa Rojava-Sûriyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Daxuyaniya ewil a Graham bi vî rengî ye: “Eger hêzên hikûmeta Sûriyeyê li bakur ber bi Reqayê ve pêşve biçin, ez ê ji bo jinûve sepandina cezayên Qanûna Sezar, zextê bikim. Wisa dixuye ku li Sûriyeyê kes guh nade min an jî rayedarên din ên hikûmeta DYAyê. Ger ev berdewam bike, ne tenê cezayên ku giran dên bên sepandin, ew ê ev yek bi domdarî zirarê bide têkiliyên di navbera DYA û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de. Ger hûn difikirin ku em eletewşî diaxivin, hûn berdewam bikin.
Min hewl da ku ez ji hikûmeta nû re dadperwer bim, lê xuya ye ku ew xwe ker û kor dike. Ger hûn dixwazin bi Senatoya DYAyê re pevçûnek çêbibe û zirarê bide têkiliya DYA-Sûriyeyê, berdewam bikin. Ger hûn dixwazin têkiliya bidome, rawestin û paşde vegerin. Ez hêvî dikim ku hûn bi vebijêrka aqilane bijêrin.”
Graham li pey vê daxuyanî ango twîta ewil parvekirinek din jî kir û wiha got: "Bi gotinên herî xurt, baweriya min a bingehîn ew e ku divê Amerîka girtîgehên li Sûriyeyê yên ku endamên herî xirab ên DAIŞê lê ne biparêze. Bi hezaran ji van dînan di girtîgehan de hene û heke ew derkevin wê qiyamet rabe. Ez bi salan e vê dibêjim. Ez hikûmeta Sûriyeyê hişyar dikim; hay ji xwe hebin ku derketin ango reva endamên DAIŞê ji bo DYA, Sûriye û herêmê karesatek e. Baweriya min ew e ku divê Amerîka derbarê van girtîgehan de zelal be. Bi her awayî biparêzin. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê.”