HSD: HTŞ'ê cara sêyemîn êrişî girtîgeha ku DAIŞ'î lê girtîne kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku komên girêdayî HTŞ'ê cara sêyemîn êrişî Girtîgeha Eqtan a li Reqayê kirine ku DAIŞ'î lê tên girtin. 
 
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), der barê êrişên li ser Girtîgeha Eqtan a li Reqayê ku endamên DAIŞ'ê lê girtî ne, daxuyaniyek weşand. HSD'ê ragihand ku tank û topxaneyên rejîma Sûriyeyê Girtîgeha Eqtan a li bakurê Reqayê ku endamên DAIŞ'ê lê girtî ne bombebaran dikin û îro cara sêyemîn hewl didin êrişî girtîgehê bikin. HSD'ê diyar kir ku hêzên wan li dijî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan didin.
 
Piştî êrîşan, komên girêdayî HTŞ'ê dîmenên endamên DAIŞ'ê ku çawa ji Girtîgeha Şedadê hatine berdan, parve kiribûn.