Fermandariya Giştî ya HSD'ê: Sînoran rakin û werin tev li berxwedanê bibin
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD'ê ku ragihand êriş didomin, wiha bang kir: "Em bang li hemû ciwanên me, keç û xortên me ên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, û her wiha li Ewropayê dikin, ku bi hev re bibin yek û sînorên dagirkeran rakin û werin tev li berxwedanê bibin."
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girîngiya seferberiyê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare kir û bang li hemû ciwanên li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li Ewropayê kir û got: "Bi hev re bibin yek û sînorên dagirkeran rakin û werin tev li berxwedanê bibin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji 6'ê Çileyê ve herêmên me û gelê me rasterast rastî êrişên hov û barbaran tê. Li dijî van êrişan, şervanên me bi cesaret û fedakariyeke mezin şer dikin û bi awayekî birûmet şerê xwe dewam dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi zihniyeta DAIŞ'ê, êrişên xwe li ser gelê me zêde dikin, bi xeyala ku dikarin îradeya me bişikînin û berxwedana me têk bibin.
Em bi biryar û îradeyeke mezin dibêjin ku çawa hevalên me di sala 2014'an de li Kobanê berxwedana dîrokî kirin û Kobanê kirin goristan ji DAIŞ'ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate destekkirin re, îro jî bi heman îradeyê diyar dikin ku em ê bajarên xwe ji Dêrikê heta Hesekê û Kobanê biguherînin goristan ji bo xwediyên zihniyeta DAIŞ'ê yên nû, yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin.
Li ser vî esasî, em bang li hemû ciwanên me, keç û xortên me ên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, û her wiha li Ewropayê dikin, ku bi hev re bibin yek û sînorên dagirkeran rakin û werin tev li berxwedanê bibin.
Îro roja rûmetê ye.
Îro roja berpirsyariya dîrokî ye.
Îro em careke din nîşan didin ku îradeya gelan ji her cure êrîş û dagirkeriyê bihêztir e.”