Gelê Silêmaniyê dê biçe Rojavayê
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 00:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya seferberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin de, dê karwanek ji Herêma Kurdistana Federe sibê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.
Nûnerê Herêma Kurdistana Federe ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê sibê di çarçoveya seferberiya ragihandî de ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçe. Karwana yekem a ku dê beşdarî seferberiyê bibe dê sibê saet di 7:00'ê sibê de ji Navenda Çandê ya Hola Tewar a li Silêmaniyê bi rê bikeve.
Di heman demê de, xelkê Silêmanî û Hewlêrê ji bo nerazîbûna li dijî êrişan daketin kolanan. Her wiha li ser medyaya sanal jî kampanyayek ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmelka yê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe de hat destpêkirin.