Komîsyona Ewropayê: Divê êrişên leşkerî demildest werin rawestandin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bang kir û got: “Divê hemû çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê demildest werin rawestandin û ji bo rê li ber xirabûna rewşa mirovî bê girtin, divê hemû alî li gorî agirbestê tevbigerin.”
 
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê têkildarî êrişên HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ji aloiyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin daxuyanî da. Kaja Kallasê got: "Divê hemû çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê demildest werin rawestandin."
 
Kaja Kallas di daxuyaniya xwe de wiha got: “Agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, ji bo rêgirtina li hilweşîna welat gaveke girîng e. Divê pabendî sozên kêmkirina rageşiyê bin û sivîl werin parastin.”
 
Kaja Kallasê bal kişand ser armanca YE’yê û got: “Armanca bingehîn a YE’yê ew e ku li Sûriyeyê veguherîneke siyasî ya berfireh û rastîn pêk were.” Kallas destnîşan kir ku riya gihîştina vê armancê; yekbûna saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl di bin banê saziyên dewletê de û dabînkirina beşdariya siyasî û herêmî ya çalak e. Parastina mafên Kurdan mijareke pir girîng e” diyar kir ku ji bo dabînkirina îstîkrara mayinde û yekîtiya Sûriyeyê, divê her kes pabendî çareseriya siyasî be."