Foza Yûsifê bang li çapemeniya Kurd kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsifê bang li çapemeniya Kurd ur û got: "Divê hûn rabin ser pêyan û bi hemî rêxistinên medyayê yên li çaraliyê cîhanê re têkiliyan ava bikin. Silav ji her kesê ku ji bo doza gelê xwe dixebite. Bijî azadiya Kurdan."

Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsifê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da. Foza Yûsif ku vê carê bang li çapemeniya Kurd kir, got: “Ez bangî medyaya Kurdî dikim, îro hûn dengê gelê me ne. Bi kamera û beşdariya xwe, hûn tev li banga giştî ya çalakiyê dibin. Divê hûn rabin ser pêyan û bi hemî rêxistinên medyayê yên li çaraliyê cîhanê re têkiliyan ava bikin. Silav ji her kesê ku ji bo doza gelê xwe dixebite. Bijî azadiya Kurdan.”