Rewşa tenduristiyê ya girtî Yanik û Atan giran e

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Parastvanên mafên mirovan îşaret bi rewşa tenduristiyê ya nebaş a Enver Yanik û Mahmût Atan kir û xwestin bên berdan. 

Çalakiyên heftane yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, vê hefteyê jî berdewam kir. Di daxuyaniyên li Enqere û Stenbolê de banga berdana girtiyên nexweş hate kirin. 
 
STENBOL
 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya 724’emîn a “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî, li pêşiya avahiya komeleyê hat lidarxistin û pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 
 
Di çalakiyê de beşdaran bal kişand ser rewşa Enver Yanik ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin. Turker Demîrcî ê ÎHD’î wiha got: “Ji ber sendroma Wernicke Korsakoffê, êdî Enver Yanik pir zêde tiştan ji bîr dike û li dijî deng gelek hesas bûye. Nexweşiyên wî yên weke DorsalKifoz, lomber artroz, hîpertansiyon, taşikardi, qelewî, kolestrola zêde, kîsta ser gurçikan, mezinbûna prostatê û nexweşiyên gehên dil hene. Her wiha hîdrosafeliyê serê wî diêşe. Rojê 2-3 caran ser hişê xwe diçe. Her wiha 2 gule hêj di lingê wî de ne. Parçeyeke metalê ya di sihên wî de jî dike nekare bi rehetî bimeşe û her tim diêşe. Ji ber nexweşiyên wî pêş ketine, neçarî erebeya astengdaran bûye û dikare bi alîkariya kesên din bijî.” 
 
AGAHIYÊN MALBATÊ DANE
 
Demîrcî, agahiyên hevjîna Yanik parve kirin û wiha anî ziman: “Enver, di Komkujiya Ulucanlarê de bi biranî birîndar bû. Gelek caran emeliyat bû. Di sala 2003’yan de ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hate berdan. Lê piştre tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî di 7’ê Cotmeha 2024’an de dîsa hate girtin. Beriya were girtin bi sexbêr û tedawiyeke baş jiyana xwe didomand. Dema hat girtin, tedawiya wî nîvco ma û nexweşiyên wî pêş ketin. Nexweşiya dil lê peyda bû. Di sih û demarên wî de pirsgirêk derketin. Piştre sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin. Lê li wir nehate tedawîkirin. Di vê navberê de gelek kîlo da û nexweşiyên wî giran bûn. 
 
Di 5’ê Sibatê de em li ser telefonê pê re axivîn û got ku serê sibehê birine beşa Nexweşiyên Sing a Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê, zêdetirî saetekê li ser sedyeyê hatiye sekinandin, bijîşk beyî ku wî bibîne sewqî beşa Hematolojiyê kiriye, lêbelê bêyî ku bibin wir dîsa anîne girtîgehê. Têkildarî vê mijarê em ê li odeya bijîşkan serlêdana sûc bikin. Piştre min li E-nabizê nihêrt û dît ku bijîşkê wî teşhîsa Pulmoner Emboliyê kiriye û sewqî hematolojiyê kiriye. Enver, nêzî 3 meh in li Girtîgeha Tîpa R’yê di rewşeke nebaş de ye. Dereng dibin nexweşxaneyê. Ev teşhîs kirine lê dê kengî bibin beşa hematolojiye nediyar e. Tevî ku ser hişê xwe diçe jî di hucreyê de dihêlin. Divê tavilê li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û were berdan.” 
 
ENQERE  
 
Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî di hefteya 596’an de li Qada Sakaryayê ya Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Girtiyên nexweş bila bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye dawî li tecrîdê bînin” hatin berzkirin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmût Atan ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê. 
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç, got ku li gorî daneyên ÎHD’ê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku ji wan reşa 335’an giran e. Asli Saraçê got ku 230 girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn. 
 
Bi domdarî Asli Saraçê got: “Rewşa tendurstiyê ya Atan gelek giran e. Gurçikekî wî hatiye jêkirin û ya din jî di astekî derasayî de ye. Ji ber nexweşiya KOAH’ê, gelek caran enfeksiyona rêya hilmijînê dijî û her tim antîbiyptîkan bi kar tîne. Ji ber bi çekê birîndar bûye, seqetiya wî ya ortopedîk heye. Di piyê wî yê rastê de platîn heye û ji ber ku lingê wî 3 santîman kin e, bi gopal dikare bimeşe. Nêzî 10 sal in nexweşiya wî ya osteomiyelit a kronîk heye û her sal nêzî 6 mehan tedawiya enfeksiyonê dibe. Di kîsika wî ya zirav de kevir heye û kolesistektomî tê plankirin.” Bi domdarî Asli Saraçê gelek nexweşiyên Atan parve kir û rewşa wî weke “Zindiyekî mîna miriyan” pênase kir. Herî dawî jî bang li hemû saziyan kir ku Mahmet Atan tavilê were berdan.